Li Şakranê demek dirêj e ku vîtamînan nadin girtiyan 2017-04-18 09:12:10 ÎZMÎR- Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 63'yemîn de ye. Hat ragihandin ku, bi hefteyan e ku rayedarên girtîgehê vîtamînên ku pêdiviya girtiyan bi wan hene, nade girtiyan. Koçer Oral ê ku ji Girtîgeha Jimare T2 a Şakranê tehliye bû wiha got: "Her diçe rewşa tenduristiya girtiyan nebaş dibe. Hin heval bi zorê li ser piya disekinin. Gêja hin hevaln diçe û dilerizin. Li gel hemû çewisandinên li girtîgehê jî, moralê girtiyan zaf baş û biryara wan ew e ku ew ê li ber xwe bidin." Li Girtîgeha Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê, greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 63'yemîn de didome. Rewşa tenduristiyê ya girtiyan her diçe nebaş dibe. Li gor agahiyên Koçer Oral ê ku ji Girtîgeha Jimare T2 a Tîpa T a Şakranê tehliyebû, hefteyeke ku rewşa tenduristiyê ya girityên di greva birçîbûnê de ber bi nebaşiyê ve diçe. ‘ÇEWISANDIN ZÊDE BÛN' Oral, anî ziman ku armanca sereke ya greva birçîbûnê ya girtiyan bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, operasyonên leşkerî yên li herêmê didomin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e û got, ev hefteyek e ji bo rêveberiya girtîgehê berxwedana girtiyan bişkîne, bi temamî dayîna vîtamînan rawestandiye. Oral, diyar kir ku girtî bi awayekî zêde zihîf dibin û xwîn ji devê wan tê û got, li girtiyan êdî bîrsarî, gêjbûyîn û rihelandin peyde bûye. ‘HEKE MUDAXILE ÇÊBIBE, BERPISIYAR RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE' Oral, ragihand ku di greva birçîbûnê ya sala 2012'an de bijîşk dihatin venêrîna tenduristiyê ya girtiyan dikin û got, lê niha venêrîna tenduristiyê ya girtiyan nayê kirin, ji bo berxwedana girtiyan bişkînin bi zorê dixwazin girtiyan rakin nexweşxaneya girtîgehê. Oral, dest nîşan kir ku rayedarên girtîgehê ji girtiyan re gotiye "Em ê we bibin kampusê û li wir mudaxileyî we bikin" û got, girtiyan mudaxileyeke bi vî rengî qebûl nekiriye, heke mudaxileyek çêbibe rêveberiya girtîgehê ji her cure neyîniyan berpirsiyar e. Oral, diyar kir ku ji bo venêrîna tenduristiyê girtî tu pirsgirêkan nadin der, lê belê girtî dixwazin bi ambulansê wan bibin nexweşxaneyê û got, lê belê rayedarên girtîgehê vê qebûl nakin û dixwazin wan rîngê bibin nexweşxaneyê. Oral, anî ziman ku wesayîta rîngê ji bo jiyana girtiyan rîska jiyanê dide der û girtî bi tu awayî vê ferzkirinê qebûl nakin. Oral, anî ziman ku dema greva birçîbûnê dest pê kir vîtamînên B1 û B12 dihatin dayîn û wiha axivî: "Êdî wan vîtamînan jî nadin. Me dixwest em ava fêkiyan bikirin, ew jî qedexe kirin. Çay, şekir û xwê hatin qedexekirin. Me çîqolata dikirîn, dihelandin û didan hevalên xwe. Wê jî qedexe kirin. Ji bo muqawemetiya hevalên me bişkînin, her tiştî dikin. Bijîşkan berê ji mer gotibûn, ji bo roviyên girtiyan zuha nebin, divê hûn wan rojê 3 caran bibin lavaboyê. Niha ten du kes refeqatiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin. Û ji van kesên refeqatiyê dikin kesek ket grevê. Divê ji bo refeqatiyê kesekî din jî hebe, lê rêveberiya girtîgeh bi awayekî kêfî nahêle kes bibe refeqatiyê bike." ‘DOZGERÊ GIRTÎGEHÊ HEQARETÎ GIRTIYAN DIKE' Oral, anî ziman ku ji bo daxwazên girtiyan rêveberiya girtîgehê bi tu awayî bersivekê nade û wiha domand: "Rêveberiya girtîgehê ji me re digot ev terorîst in û wiha li me dinihêrîn. Heqaretî me dikirin. Bi nefretî li me dinihêrin. Li wir dozgereke jin heye, em dibêjin jin lê em li ser navê jinan ji şerm dikin. Dema heqaretî girtiyan dike kêfa wê tê. Li Şakranê rêveberiya girtîgehê bi her cure çewisandin û êrîşan bi ser me de tê." ‘MORALÊ HER KESÎ BAŞ E' Oral, anî ziman ku li gel hemû çewisandinên li girtîgehê jî moralên girtiyan zaf baş e û wiha axivî: "Girtî wek hevrê Hayri Durmuş û Kemal Pir tevdigerin. Hemû hevalên me li pişt biryara xwe ne. Heta ku tecrîda li ser Rêber ranebe û dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan neyên, dê grevên birçîbûnê bidomin."