‘Xerakirina dibistanê amadekariya neqebûlkirina zimanê kurdî ye’ 2017-04-18 09:17:29 AMED – Endamê Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Kurdî Îrfan Babaoglu li dijî xerakirina dibistana kurdî ya li gundê Kerwasê ya Licê bertek nîşan da û wiha got: “Xerakirina dibistanê tê wateya nenaskirina gelê kurd û zimanê me. Hilweşandina dibistanê jî dide nîşandan ku, ji bo pêşerojê jî amadekariyên neqebûlkirina zimanê kurdî dikin.” Beriya niha bi çend rojan, leşkeran bi kepçeyan dibistana kurdî ya li gundê Kerwasê ya Lîcêya Amedê xera kiribûn. KURDÎ-DER'ê û welatiyên gund di 2014'an de ji bo zarok lê perwerdehiya kurdî bibînin dibistana kurdî ya ji 4 qatan pêk dihat ava kiribûn. Piştî Walîtiya Amedê di 13'ê Nîsanê de li 14 gundên çoltera navçeyên Licê, Karaz û Hezroyê qedexeya derketina derve îlan kir, leşkeran operasyon li dar xist û di çarçoveya operasyonê de dibistana kurdî ya ji 4 qatan pêk dihat bi kepçeyan hat xerakirin. ‘XERAKIRIN NENASKIRINA GELÊ KURD E’ Endamê Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Kurdî Îrfan Babaoglu, li dijî hilweşandina dibistanê bertek nîşan dan. Babaoglu, dest nîşan kir ku xerakirina dibistanên wan nîşaneya neqebûlkirina hebûna gelê kurd û zimanê wan e û wiha got: “Beriya niha jî gelek dibistanên me hatin qedexekirin û mohrkirin. Bi van êrîşan destûr nadin ku zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin. Di vê pêvajoyê de pir baş derket holê ku, polîtîkaya wan hêj gelê kurd nas nake. Her çi qas hikûmet û dewlet bêje ‘Em ne li dijî zimanan in û gelê kurd in’ jî, lê ev dereweke pir mezin e. Ji ber vê yekê, heke ku tu perwerdehiya bi zimanê vî gelî nasnekî, hem di asta zagonî de hem jî di asta pratîkê de astengî derbixînî, wê çaxê tê wateya ku tu vî gelî qebûl nakî. Divê ku gelê kurd vê polîtîkayê baş fêm bike û nas bike.” ‘XERAKIRIN AMADEKARIYA NEQEBÛLKIRINÊ YE’ Babaoglu baêl kişand ser mohrkirin, qedexekirin û xerakirina dibistanan û wiha domand: “Beriya çend mehan avahî û saziyên me mohr û qedexe kirin, lê xera nekiribûn. Niha êdî dibistanan bi kepçeya xera dikin û wargeha zarokên me dişewîtin in. Heke di pêşerojê de pêvajo xweş bibe, me dikaribû dîsa li wê dibistanên xebatên zimên bida meşandin. Ev yek dide xuyakirin ku ji bo pêşerojê jî amadekariyên neqebûlkirina zimanê kurdî dikin. Bi van hilweşandinan dixwazin zimanê kurdî ji kokê ve qebûl nekin. Xerakirina dibistanan, xerakirina mêjî û dahatûya gelê kurd e.” ‘DIVÊ GEL XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERBIKEVE’ Babaoglu bang li gelê kurd kir, da bi her awayî xwedî li zimanê xwe derbikeve û wiha got: “Li gel polîtîkaya xerakirin û mohrkirina dibistanan, divê em yek bi yek malên xwe bikin dibistanên zimanê kurdî. Pêwîste gelê me li dijî nehesibandina zimanê xwe bê helwest nemîne.”