Cizîrî: Bila her kes baş zanibe, me serî netewand! 2017-04-18 09:18:07 ŞIRNEX - Cizîra ku bi jêrzemînan tê bîra mirovan, encamên hilbijartinê zêde dihatin meraqkirin û di referandûmê de welatiyan dîsa bi rêjeyeke zêde dengê "Na"yê da der. Cizîriyên ku der barê encaman de axivîn ev peyam dan: "Cizîr serî natewîne. Me nîşan da ku Erdogan ne serokê me ye. Bila her kes vê baş bizanibe." Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ya ku di qedexeyên derketina derve yên par de, Hevserokên Meclisa Gel Mehmet Tunç û Asya Yuksel, Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş jî di nav de zêdeyî 200 sivîl di jêrzemînan de hatin kuştin, encama hilbijartina referandûmê dîsa rekor şikand. Li navçeya ku di dema hilbijartinê de ewlehiyek mezin hatibû girtin ji bo "Na"yê rêjeyeke ji sedî 81.30 ji sindoqan derket. 'ME BERSIV DA BINALÎ YILDIRIM' Welatiyê bi navê Aziz Olça got, li navçeyê li gel zor û çewisandinê jî rêjeyek baş derketiye. Olça gotina Serokowezîr Binali Yildirim a "Em ê li Şirnexê ji sedî 80 deng derxin" bi bîr xist û wiha axivî: "Me bersivek da Yildirim. Di vê hilbijartinê de hîle hatin kirin. Dema em bajarên mezin dinêrin, li hemûyan dengê 'Na' li pêş e. Ji ber vê yekê, em vê encama giştî ya ku derketiye qebûl nakin." 'GEL VÎNA XWE RADESTÎ WAN NEKIR' Welatiyê bi navê Abdulkadir Alkiş ê ku lîsteya bajarên dengê "Na"yê di destê xwe de girtibû jî, anî ziman ku gelê Şirnexê ji polîtîkayên kuştin û hilweşandinê re gotiye"Êdî bes e" ev tişt gotin: "Ev ne hilbijartinek bi edalet bû û ne qanûniye jî. Ev zilma ku li ser Şirnexê û navçeyên wê hat kirin jî ji bo dengê 'Na' nebû asteng. Gelê kurd careke din vîna xwe nîşan da. Gel ji kuştin û xerabkirinê re got 'Na'. Bila baş bizanin ne gelê kurd, ne jî gelê tirk ji kuştinê natirse. Me bikujin jî em nabin hevalên kesên zalim." Welatiyê bi navê Îdris Bilgiç ku bi cil û bergên xwe yên gelêrî li çarşiya Cizîrê digeriya jî bi van gotinan hestên xwe anî ziman: "Piştî ewqas desthilatdarî û zordarî vî gelî got 'Na' û vîna xwe radestî wan nekir. Ji xwe ji sedî 10'ê bajarên me polîs û leşker in. Di qada navneteweyî de her tiştê wan derket holê. Em bi vîna xwe serbilind in û serkeftin a me ye." 'EM KOÇBER BÛN, HATIN QETILKIRIN, LÊ ENCAM WERNEGIRTIN' Welatiyê bi navê Mehmet Varli ê ku ji gundê Bafa yê Cizirê ye jî got, AK Partiyê dît ku rêjaya wan kêm e mudaxaleyî sindoqan kir û bi hileyan bi ser ket. Varli li ser koçberiya ji ber qedexeyan pêk hat jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Bi hezaran kes koçber bûn. Ev qas zordarî û qetlîam li ser vê gelî meşandin, lê dîsa jî encam wernegirtin." Dikandarê bi navê Mehmet Sait Meman jî balê kişand ser astengiyên li hember çalakiyên HDP'ê û ev tişt gotin: "Hevserokên me hemû girtîne. Destûr nedan HDP mitîngekê jî li Şirnexê li dar bixe, lê dîsa jî encama derketî gelekî baş e." 'ME NÎŞAN DA KU ERDOGAN NE SEROKÊ ME YE' Dayika bi navê Makbule Nerse jî anî ziman ku, Erdogan heya niha bi polîtîkayên xwe tim gel xapandiye û bi van gotinan bertekên xwe yên ji bo hilbijartinê anîn ziman: "Ji roja ku Erdogan bûye desthilatdar heta niha derewan li gelê kurd dike. Erdogan ji ber vê nabe serokê me. Me tu dem deng nedaye wî. Ger bi heqê xwe ev hilbijartin hatibûna kirin me yê ew pîroz kiriba. Lê wisa nebû. Me nîşan da ku Erdogan ne serokê me ye." 'CIZÎR SERÎ NATEWÎNE' Dayika bi navê Sakine Nur, anî ziman ku heya ew sax bin neheqiyên li gelê kurd qebûl nakin û got, ew ji ber vê çûye ser sindoqê. Nur got, cizîrî her tim li hemberî zilmê sekinîne û wiha axivî: "Cizîrê tu dem serê xwe li ber polîtîkayên wan natewîne. Qey ji ber ku zarokên me kuştine em ê jê re serê xwe bitewînin? Me bersiva wan di referandûmê de da."