'Li gel her tiştî jî, colemêrgiyan bersiveke baş da' 2017-04-18 09:18:43 COLEMÊRG- Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê yê berê Hamît Geylanî, diyar kir ku Colemêrg û navçeyên wê li hemberî zext û zordariyan bersiveke baş dane AK Partiyê û wiha got: "Li van deran hemû hilbijartî û sîyasetmedar girtîne. Yên xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin hemû hatin girtin. Lê belê, dîsa jî gel bi hêza xwe bi ser ket." Li navenda Colemêrg û navçeyên wê yên ku xebatên hilbijartinê di şert û emrcên OHAL'ê de hatin birêvebirin, li gel hemû zext û zordariyan jî ji sindoqan rêjeyeke zêde ya 'Na'yê derket. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê yê berê Hamît Geylanî der barê encamên sindoqên hilbijartinê yên li Colemêrg û navçeyên wê de axivî û wiha got: "Colemêrg û navçeyên wê yên ku zext û zordariyek tund lê hene, gel di vê hilbijartinê de jî bersivek mezin da AKP'ê. Kadro yên me yên ku xebata hilbijartinê bi rê ve dibirin niha hemû di girtigehan de ne. Li van deran yên xebata hilbijartinê bi rê ve dibirin tune bûn, lê yên xebeta 'Erê' bi rê ve dibirin bi derfetên dewlet û şaredariyên ku xesp kirine dixebitîn. Lê belê, dîsa jî gel bi hêza xwe bi ser ket." 'LI ŞEMZÎNANÎ DENG BI AWAYEKÎ GIŞTÎ HATIN BIKARANÎN' Geylanî anî ziman ku, dema ew çûne Şemzînan û Çelê gel eleqeyek mezin nîşanî wan daye û wiha got: "Lewra hilbijartiyên wan bi tevahî di girtîgehan de ne. Dema ku me ditîn çavên wan ronî dibû. Ji me re digotin 'Dema ku hûn ji vir diçin polis û leşker me digirin û li me dixin.' Ev gotinên wan nişan didin ku ew der di rewşeke çawa de ye. Me li navenda Şemzînanê 600 deng ji wan zêdetir derxist. Li gund û navenda bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê deng bi awayekî giştî hatin bikaranîn. Hemû kes dengê xwe dane keyayan an jî mezinê malê û wan li ser sindoqan dengên wan bi kar aniye. Li Şemzînanê ji gundên ku aliyê Barzanî dikin jî dengê xwe dan AKP'ê. Hinceta vêya ew e ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û Mesûd Barzanî li Enqerê hatin cem hev." 'PIRANIYA JI SEDÎ 23'YÊ 'ERÊ' JI POLÎS Û LEŞKERAN PÊK TÊ' Geylanî diyar kir ku, Gevera ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye hilweşandin, bersivek mezin nîşanî hişmendiya hilweşandinê daye û wiha domand: "Gever xwedî li vîna xwe derket. Bi sedan kesên bijartî û siyasetmedarên Geverê di girtîgehan de ne. Li gel vê jî, ji sedî 77 'Na' derket. Piraniya ji sedî 23'yê 'Erê' jî ji xwe leşker û polîsên ku Geverê hilweşandin bi xwe ne. Yên din jî cerdevan û hinek malbatên Geverê ne." Geylanî anî ziman ku, niha tekoşînek nû dest pê kiriye û wiha dawi li axafina xwe anî: "Bi salane ez di nav têkoşînê de me. Di salên 90'î de jî me ji niha zêdetir zext û zordarî dîtin. Dema ku me xebat bi rê ve dibirin gel ditirsiya ku silavê bide me. Lê me dîsa li Geverê ji sedî 50'î zêdetir deng distend. Tu fêdeya tirsê ji mirinê re tune ye. Dîroka me her dem nîşan daye ku, me li hemberî tirsê bi paş ve gav neavêtiye. Teqez em ê bi ser kevin."