Ji kedkarên tenduristiyê bangawaziya lezgîn: Grevên birçîbûnê sînor derbas kir 2017-04-18 10:04:58 AMED - Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane destpêkirin hatine merhaleya ku sînorê krîtîk derbas kirine û dibe ku agahiyên nebaş bên. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ku girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin, dorpêç û pêkûtiyên li gundên herêmê bên bidawîkirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibe dabûn destpêkirin di roja 63'yemîn de ye. Di warê tenduristiyê de hate merhaleyeke krîtîk. Têkîldarî rewşa tenduristiya girtiyan agahiyên zelal nayê, li aliyê din serlêdanên rêxistinên tenduristiyê ya ji bo kontrol bikin jî nehat bersivandin. Kedkarên tenduristiyê grevên birçîbûnê yên hatine merhaleyeke krîtîk nirxandin ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin bangawaziya lezgîn kirin. 'JI BO EM JIYANÊ BIPARÊZIN SOND DIXWÎN' Endamê Komîsyona Girtîgehan û Mafên Mirovan û Endamê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) Mehmet Nur Ulus bal kişand li ser sonda hîpokratan û wiha berdewam kir: " Ez careke din dixwazim dubare bikim ku ji bo em jiyanê biparêzin, li dijî mirinan in, ji bo mirin çênebin têdikoşin ji bo vê yekê sond dixwin." Ulus destnîşan kir ku li girtîgehan li hemberî binpêkirinên mafann tekane terzê têkoşîna girtiyan çalakiya greva birçîbûnê ye û wiha axivî: "Ger ku kesek ji bo daxwazên xwe dikeve greva birçîbûnê divê li hemberî vê yekê rêz bê nîşandan. Ji bo daxwaz bên qebûlkirin divê gav bên avêtin." 'PIRSGIRÊKÊN NOROLOJÎK MAYÎNDE DIBIN' Ulus der barê grevên ku di roja 63'yan de ye û di van rojan de di warê tenduristiyê de kîjan pirsgirêkan bi xwe re tîne jî nirxand û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Em di pêvajoya ku pirsgirêkên norolojîk derdekivin û mayînde dibin de ne. Sînorê greva birçîbûnê roja 50'emîn e. Piştî roja 50'emîn pirsgirêkên hefizeyê, pirsgirêkên çav, nebihistin, ji tarîtiyê tirs, bêhalî, daxwaza xewê lê ranezan derdikevin holê. Di greva birçîbûnê de bi taybetî divê tiştên avê ya bi pîvan bê girtin. Rojê divê 5 îskan ava şor vexwin. Jibilî vê divê vîtamîna B1 bê dayîn. Ger ku ev neyê girtin dê pirsgirêkên norolojîk derkevin holê. Vîtamîna B1 nahêle pirsgirêkên tenduristiyê mayînde bibin. Qasî ku em dişopînin vîtamîna B1 nadin ev binpêkirina maf e." 'GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ SÎNOR DERBAS KIR BILA DAXWAZ BÊN QEBÛLKIRIN' Ulus diyar kir ku divê heyêtên ji kedkarên tenduristiyê yên serbixwe pêk tên biçin girtîgehan, girtî ji kontrola tenduristiyê bên kirin, qadên ku dijîn bên dîtin û têkîldarî vê yekê xwest rapor bên girtin. Ulus banga rakirina tecrîda li ser Ocalan û rakirina astengiy^ne li ser şertên jiyana girtiyan dubare kir û wiha axivî: "Divê kanalê diyalogê bê vekirin. çareserî bê dîtin. Ji ber ku roja 63'emîn êdî roja krîtîk nîne. Sînor derbas dike. Ji bo ku li girtîgehan darbest dernekevin divê gav bê avêtin." 'DIVÊ WEZARETA TENDURISTIYÊ BIBE ÇARESERÎ' Ulus ê bak kişand li ser bêdengiya Wezareta Tenduristiyê û wiha axivî: "Ew bixwe jî bijîşk e û divê ji bo grevên birçîbûnê helwesta xwe nîşan bide. Helwest jî ne mudaxale, divê guhdarkirin û çaraserî be. Di hin nûçeyên em dibînin de tê gotin ku dê mudaxaleyî girtiyan bê kirin. Jibilî mudaxaleyê divê çareserî pêş bikeve. Mudaxale encamê nagire." 'DIBE KU AGAHIYA NE BAŞ BÊ' Hevseroka Odeya Tabiban a Amedê Yakup Altaş jî diyar kir ku tişta ku ewil bê kirin parastina tenduristiya wan e û wiha berdewam kir: "Di dîroka Tirkiyeyê de hin binpêkirinên mafan ên cidî dema ku tê jiyîn girtî bedena xwe didin ber mirinê û çalakiyên bi vî rengî dane destpêkirin. Çi heyf e ku dîsa di dîrokê de çalakiyên ku bi mirinê encam bûne hene. Niha roja 63'emîn e. Piştî roja 40'emîn tê asta ku jiyanê tehdîd dike. Em di rojên ku dibe ku agahiyên ne baş bên de ne. Divê daxwaz bê qebûlkirin." 'BERSIV NEDAN DAXWAZA HEYETA SERBIXWE' Altaş got ku bi riya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji bo heyetek biçe girtîgehan û kontrola tenduristiyê bikin, tevlî pêvajoyê bibin serî li Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dane lê tu bersivek ji bo serlêdana wan nehatiye dayîn. 'LI CIHÊ KU DAXWAZ NEYÊN QEBÛLKIRIN DÊ MIRIN ÇÊBIN' Altaş jî li hemberî bêdengiya Wezareta Tenduristiyê nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Ya yekem tenduristiya mirov e. Dema ku mirovên li girtîgehan ev çalakî dan destpêkirin armanca wan mirin nîne. Daxwazên mirovan ên siyasî hene. Ji bo çareseriya van daxwazan mecbûr man bedena xwe bidin ber birçîbûnê. Dema ku daxwaz neyê qebûlkirin dê mirin çêbin. Divê Wezîrê Tenduristiyê bi wijdanî tevbigere û ji bo daxwaz bên qebûlkirin hewl bide."