AKP'ê xwest YSK'ê pêk anî 2017-04-18 10:39:50 ENQERE - Piştî encama hilbijartina referandumê ya dervê welat hat aşkerekirin, AKP'ê "pusulayên bê mohrin" îtiraz kir. YSK'ê li ser îtiraza AKP'ê, dengê bê mohr betal kir. Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YKS) ji ber ku ji sindoqa hêjmar 472'an pusulaya bê mohr derket, li ser îtiraza AKP'ê sindoq betal kir. Li ser îtîraza Muhammed Bilal Haliloglu yê AKP'î YSK'ê dengên sinqoê betal kirin. Haliloglu yê AKP'î bi daxwaznameyekê encama sindoqa hêjmar 472 di zarfên 1-C, 2-C, 1-D, 2-D’ de ji ber mohr li ser zarfê tune ye divê be betalkirin. YSK'ê li ser îtîrazê bêyî zarfan veke betal kir. YSK, ku li gorî xala 98'an a YSK'ê diyar kir ku bêyî zarfan vekin dê bê betalkirin. YSK ku ji bo dengên ji dervê welat hat ev biryar da, ji bo dengên nava welat li ser îtîraza CHP'ê ev yek qebûl nekir û îtîraza CHP'ê li ber çavan negirt.