Şenal Sarihan çû serdena çalakgerên greve birçîbûnê: Divê pirsgirêk bên çareserkirin 2017-04-18 11:07:36 ENQERE- Parlamentera CHP'ê Şenal Sarihan a ji bo piştevaniyê çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li ÎHD'ê ji bo piştgiriya girtîgehan hatiye destpêkirin diyar kir ku ew ê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê pêk bîne û divê pirsgirêk bên çareserkirin. Ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan a bêdem û bêdorveger hatiye destpêkirin piştgirî didome. Greve piştevaniyê ya li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatiye destpêkirin duh koma nû dewr girt. Parlamentera CHP'ê û Alîkara Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê Şenal Sarihan a ji bo piştevaniyê çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li ÎHD'ê ji bo piştgiriya girtîgehan hatiye destpêkirin. Di dema serdanê de Nûnera Federasyona Komeleyên Alîkariya Malbatên Girtiyan a Enqereyê ya hate girtin Havva Ozcan axivî û diyar kir çalakî di merhaleyeke krîtîk de ye û dibe ku agahiyên bi êş bigirin. Ozcan wiha got: "Em dixwazin mudaxaleyî vî rewşa lezgîn bikin. Dibe ku em agahiyên bi êş bigirin, agahiyên biêş ê ji wir bên dê bibe sedema êşên mezin." 'DIVÊ PIRSGIRÊK BÊ ÇARESERKIRIN' Parlamenter Şenal Sarihan jî diyar kir ku pirsgirêkên ku tên jiyîn dibe ku bibe sedema binpêkirina mafê jiyanê û wiha berdewam kir: "Pirsgirêka herî mezin a parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasan parastina mafê jiyanê ye. Daxwazên siyasî pirsgirêkên ku em çareser bikin nînin. Ji xwe pirsgirêkên jibilî van divê qet nebin û pirsgirêkên ku bên çareserkirin in. OHAL her tim pêkûtiyên li girtîgehan dike 2 qat. Demeke kurt rehet bû. Ji bo vê yekê ji berê heta niha têkoşîneke dihat dayîn hebû. Hem destekftiyên we hem ên mirovên li girtîgehan, derûdorên hiqûqê yê weqfê hene. Qanûn hatin guhertin lê divê ev bi awayeke baş bê pêkanîn." 'JI KOMÎSYONA MAFÊ MIROVAN A TBMM'Ê ÇARESERÎ DERNAKEVE' Sarihan bi bîr xist ku Serokwekîla Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ye û got ku li vir biryerek derxistin zehmet e û wiha axivî: "Piranî ne di destê me de ye. Ji roja ku grevên birçîbûnê dest pê kir heta niha hevalên HDP'î û CHP'î mijr anîn rojevê. Lê heta niha bersiveke erênî nehat dayîn. HDP'ê pêşnûmepirsekî nû de, min jî da. Em bi Serokê Giştî yê ÎHD'ê re bi Wezîrê Dadê re hevdîtin pêk anî. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin hewldeneke ku bi rayedaran re hevdîtin pêk anînê çêbû. Pêvajoya referandumê bû asteng. Ez ê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê pêk bînim. Ji serdanên ku min pêk anî partiya min agahdar bû em ê bi we re bin û ji bo pirsgirêk bê çareserkirin em ê hewldanên xwe bidomînin." Ji Dayikên Aştiyê Munîbe Koç a kete navberê û gotina "Bila muzakere bê destpêkirin, dema ku muzakere hebûn mirov nedimirin. Bila biçin cem Serok, dema ku ew dikeve dewreyê kesek nagirî. Daxwaza me ev e. Heta ku muzakere dest pê neke tu pirsgirêk nayên çareserkirin." SERDANA ŞAKRANÊ Li ser vê Sarihanê jî destnîşan kir ku ev mijar bi pêvajoya siyasî ve girêdayî ye. Sarihan herî dawî wiha got: "Me bi Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan re hevdîtin pêk anîn hê bersivek nehatiye. Em li benda encama wî ne. Di demên pêş jî tiştên bi vî rengî çêbû. Mudaxaleyên ÇGD'ê çêbû. Ger ku bixwazin em dikarin navbeynkariyê bikin. Em ê biçin serdanan. Em difikirin biçin Şakranê. Em difikirin ku bi Alîkarê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM'ê ve biçin."