'Jina Rojavayî rastî îstîsmara Fermandarên PDK'ê hat' 2017-04-18 11:08:46 DUHOK - Ciwana Rojavayî Ş.E. ku ji komên DAİŞ'ê reviya û li Kampa Penaberan a Domîz a li Herêma Kurdistana Federe bi cih bû, diyar kir ku rastî îstîsmara zayendî ya fermandarên KDP'ê hatiye. Têkildarî mijarê NY'ê li kampê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin. Welatiyên ji ber êrîşên Komên DAÎŞ'ê hatin li Kampa Penaberan a Domîz a Herêma Kurdistana Federe bi cih bûn rastî istîsmara zayendî ya fermandarên PDK'ê hatin. Welatiyên 2 sal berê ji ber êrîşên DAÎŞ'ê ji Kantona Cizîrê reviyan hatin li kampa Domîzê ya penaberan bi cih bûn. Welatiyên hatin li Kampa Domîz a herêma Duhokê bi cih bûn, rastî îstîsmara zayendî ya fermandarên PKD'ê hatin. Jina 19 salî Ş.E. diyar kir ku rastî îstîsmara fermandarê KDP'ê yên ewlehiya kampê digir hatiye. Li kampa ku 3 sal berê hatiye vekirin, penaberên ji ber êrîşên DAÎŞ'ê hatine li vir bi cih bûne. Ciwanên ku li vir dimînin ratî êrîşên îstîsmarî yê fermandarên PDK'ê hatine. Jinek ku navê xwe diyar nekir serî li Komîseriya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da. Li ser vê yekê komîseriya Neteweyên Yekbûyî dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir. Piştî ku Ş.E., rastî îstîsmara zayendî hat, li nexweşxaneya taybet a li Avustralya ku piştgiriya derûniyê dide bi cih kirin.Ş.E., Li gorî agahiyên rayedarên NY'ê dan, hat diyar kirin ku fermandarê PDK'e gelek caran îstîsmara zayendî pêk anîye. Ş.E. da zanîn ku jina bi navê Leylan ew biriye ji fermandarên PDK'ê re. û piştre gelek jinên din jî bazarî fermandarên PDK'ê kirine. Hat zanîn ku NY'ê ji bo bi berfirehî lêkolîn bê kirin û gavên hewce bê avêtin nivîs ji Hikûmeta Kurdistana Federal re şandine, lê 10 meh derbas bûn hêj bersîv nehatiye dayîn. Hat zanîn ku jina bi navê Leylan hevsera fermandarekî payebilind ê PDK'ê ye. Avustralya, di meha çile ya 2016'an de li kampên penaberan ji bo tedawiya derûnî dibin çavdêriya NY'ê de nexweşxane ava kiribû. Ji ber vê yekê rayedarên NY'ê Ş.E. li Nexweşxaneya Avustralya bi cih kirin. Erdogan Altan - dihaber