Dirêjkirina OHAL'ê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin 2017-04-18 11:22:36 NAVENDA NÛÇEYAN - Dirêjkirina OHALê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kirin. Hikumeta AKP'ê ji bo rewşa awarte ya li tevahiya welat 3 mehên din were dirêj kirin, serlêdana serokatiya parlamentoyê kir. Duh di bin serokatiya Tayyip Erdoğan de Desteya Ehlehiyê a Netewî kom bûbû, pêşniyar kiribû ku rewşa awarte careke din were dirêj kirin. Piştî wê, desteya wezîran jî kom bûbû xwestibû, rewşa awarte ji 19'ê Nîsanê pêve ji bo 3 mehan were dirêj kirin. Pişt re jî ev biryarnemeya ji bo dirêjkirina rewşa awarte bê qebûl kirin biryar pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hat kirin. Piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmeha 2016'an heta niha Tirkiye bi rewşa awarte tê rêvebirin.