Keça wê li Şakranê ew li Wanê di greva birçîbûnê de ye 2017-04-18 11:44:15 WAN- Dayika Mahsume Şadal a li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye, Hazal Şadal jî ji bo piştevaniya girtiyan 2 roj in di greva birçîbûnê de ye. Li Wanê greva birçîbûnê ya ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne hatiye destpêkirin di roja 9'emîn de bi koma 4'emîn ve berdewam dike. Hazal Şadal a ku di greva birçîbûnê de ye diyar kir ku keşa wê Mahsume Şadal 55 roj in di greve birçîbûnê de ye û divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. 'EZ NIKARIM KEÇA XWE BIBÎNIM' Şadal ê da zanîn ku rewşa keça wê ne baş e û wiha berdewam kir: "54 roj in di grevê de ye rewşa wê dê çawa be? Em nikarin biçin bibînin. Çawa ye agahiya min nîne. Ez ê 2 rojan di grevê de bim. Daxwaza min bila aştî pêk bê, aramî pêk bê. Bila deriyên girtîgehan bê vekirin û zarokên me ji girtîgehan derkevin. Dewlet zilmê dike. Zarokên me di zindanê de ne. Zarokên Erdogan li Ewropayê ne bila êdî ev dijminatî bi dawî bibe." 'DIBE KU DIL BIKEVIN LÊ TESLÎM NABIN' Fîkrel Şadal ê di grevê de jî diyar kir xwîşka wî di warê fîzîkî de ne baş e lê morala wê baş û wiha axivî: "Rewşa xwîşma min ne baş e, niha kîlo daye. Roja borî ez bi telefonê axivîm, morala wê baş bû. Tawîz nade, tîk disekine. Dİbe ku dil bê girtin lê teslîm nabin." Şadal destnîşan kir ku piştî Wanê dê biçe Îzmîrê û li wir jî çalakiyên xwe bidomînin û wiha berdewam kir: "Morala me jî baş e em ê li ber xwe bidin. Berxwedan di cewherê me de heye. Ger ku em li ber xwe nedin dikarin her tiştî bi girtiyan bidin kirin. Divê em ji bo vê yekê bibêjin raweste. Ji bo vê yekê em li vir in." 'HÊ NEDERENG E EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN' Welatiyê bi navê Fethî Kiliç jî wiha got: "Ev peywirekî mirovane ye. Em jî hewl didin vî peywira xwe bi cih bînin. Bêdengiya li hemberî vê yekê li hemberî mirinan bêdeng mayîn e. Hê rewşa wan xirab ne bûye divê em dengê xwe bilind bikin. Reyader bila êdî deng bidin me. Em li benda bihistiyarî ne. Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne her diçe giran dibe. Yên ku di grevê de ne tên sirgunkirin. Em dixwazin şertên girtîgehê bên başkirin, pêkûtî bên rakirin û azad bin." 'EM WAN TENÊ NEHÊLIN' Ji welatiyên di greva birçîbûnê de ne Aynur Baş jî wiha got: "Rewşa hevalan ne baş e. Em bi fikar in. Daxwazên wan hemû kes dizanin lê nedîtîve tên." Baş diyar kir ku yên di grevê de jî tên srgunkirin û wiha axivî: "Yên ku li Wanê ketin grevê sirgunî Tekîrdagê hatin kirin ji wir jî sirgunî Bayburtê hatin kirin. Ji ber ko roja 63'emîn e em bi fikar disekinin. Em wan tenê nehêlin. Bila malbat bên li vir bi me re bin, em girtiyan tenê nehêlin. Em dixwazin ên xwedî wijdan bên vê derê û piştgiriyê bidin."