Li navçeya Pirsûsê di înşaetê de pusula 'Na' hat ditin 2017-04-18 11:44:45 RIHA - Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di înşaetekê de pusulayên dengan ên "Na" ku hatiye mohrkirin hat dîtin. Li navçeya Pirsûs a Rihayê di înşaata avahiyekê de gelek pusulayên ku mohr li dengê "Na" hatiye xistin û hatiye qetandin hat dîtin. pusulayên ku mohra "Na" lê hatiye xistin bi awayekî komî di înşaetê de hatin dîtin. Têkildarî vê mijarê tu gavên şênber nehatin avêtin. Tu daxuyanî jî hêj nehatiye dayîn. Li gorî daxuyaniya fermî li Pirsûsê ji sedî 50,8’ dengê "Na" derketibû.