Yaşar Yakiş: Kurd êdî diyarker in 2017-04-18 12:08:50 STENBOL - Sazumankarê AKP'ê Yaşar Yakiş, diyar kir ku hilbijêrên kurd êdî hevsengiya li Tirkiye diyar dikin û wiha got: "Divê yê herî baş encamê ji vê hilbijartinê derxe Serokomar Recep Tayyip Erdogan e." Yakiş, da zanîn ku ev hevsengiyek pir hesas e û kurd di hilbijartinê de diyarker in. Sazumankarê AKP'ê û yekemîn wezîrê Karên Derve yê hikûmeta AKP'ê Yaşar Yakiş, encama referandumê nirxand. Yakiş, têkildarî encama referandumê nirxand û wiha got; "Li Tirkiye her ji 2 mirovan 1 mirovî got "Na" Yekê/î got "Erê" 'Yekê/î got "Na" AKP'ê ji bo dengê ciwanan ê "Erê" bigire kedek mezin da. AKP dibîne ku êdî bi ser nakeve. Hat dîtin ku nifûsa bajar nabêje "Erê" Dîsa li Tirkiye hilbijêrên kurd diyarker in. Hilbijêrên kurd êdî bûne hevsenga Tirkiye. Hêza bazarê di dengan de zêde bûye. Divê êdî tiştekî bidin kurdan. Ji bo dengê zêde yên girseyê bê bi destxistin divê hin daxwazên kurdan pêk bên. DIVÊ HERÎ ZÊDE SEROKOMAR ENCAMÊ BINIRXÎNE Yakiş, da zanîn ku divê herîe zêde Serokomar Recep Tayyip Erdogan encama hilbijartinê rast bixwîne û encamek rast jê derxe. Ger ku rast bixwîne dê encamek erênî jê bistîne. Ger ku xeyidandina mirovan û qetandina mirovan bide ber çavan, ev ferqa biçûk dê dîsa têkeve elehê wî. Em niha di nokteyek pir hesas de ne. Encama referandumê nîşan da ku AKP bi serê xwe nikare ji sedî 50 derbas bike. Yakiş, anî ziman ku di hilbijartina 1'ê mijdarê de dengê AKP û MHP'ê ji sedî 60 bû û niha ji sedî 10 rêje winda kiriye. Yakiş, bilêv kir ku ji ber Kurdên Sûriyeyê êdî kurd di qada navneteweyî û cîhanê de jî bûn rojev dengê wan bilintir bû û wiha got: "Ji ber vê yekê divê Tirkiye jî vê rewşa kurdan li ber çavan bigire û nêzî wan bibe. Nebetalkirina dengên bê mohr tevlihevî û belavbûna YSK'ê ye. Lê welatiyên ku dengê xwe dabin dengê wan bê betalkirin jî ne rast e. Ewropa jî de piştî encama hilbijartine têkiliyên xwe yên Tirkiye ji nûve di ber çavan re derbas bike.