CHP'ê ji bo betalkirina referandumê dê serî li YSK'ê bide 2017-04-18 12:33:04 ENQERE - CHP'ê ji bo betalkirina referandumê ku bû mijara niqaşê dê serî li YSK'ê bidin. Partiya Gel a Komarê (CHP), ji bo referanduma Qanûna Bingehîn ku di 16'ê Nîsanê roja yekşemê pêk hat bê betalkirin dê serî li Lijneya Hilbijartinê Bilind (YSK) bide. Yekîneya Çapemeniyê ya CHP'ê daxuyanî da û anî ziman ku Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan, dê saet di 14.30'an de daxwaznameyê bide YSK'ê.