Malbatên çalakger: Em ji bo daxwazên girtiyan têkoşînê mezin bikin 2017-04-18 12:52:37 AMED - Di çalakiya greva birçîbûnê ya malbatan a li Amedê de koma 5'emîn çalakî dewir girt. Malbatên ketin greva birçîbûnê xwestin ji bo daxwazên girtiyan bê bersivandin têkoşînê mezintir bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 63'an de berdewam dike. Girtiyan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawi bibe, zextên li ser girtiyan rabin, dorpêç û operasyona siyasi û leşkerî ya li herêmê bi dawî bibe dest bi çalakiyê kiribûn û bi biryar çalakiya xwe didomînin. Malbatên girtiyan jî li gelek bajaran ji bo piştgiriyê 2 rojan dorveger û bê dem dest bi çalakiyan kiribûn. Malbatên Li Îzmir, Amed, Stenbol, Enqere û Wanê dest bi çalakiyê kiribûn çalakiya xwe berdewam dikin. Li Amedê jî çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan dorveger û bêdem li salona Vedat Aydin a avahiya DBP'ê ya Amedê di roja 10'an de berdewam dike. Di çalakiya li Amedê de koma 5'an çalakî dewir girt. Koma 5’an bi civîna çapemeniyê çalaki dewir girt. Di koma 5'an de Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Akça, endamên KCD'ê di çalakiyê de cih girtin. Endama koma 4'emîn Nevriye Çur, diyar kir ku girtiyên siyasî 63 rojin di çalakiyê dene û xwest êdî her kes denge wan bibhîze û daxwazên wan pêk bînin. Çur, xwest ji bo daxwazên girtiyan pek bê her kes têkoşînê mezintir bikin. DENGÊ GIRTIYAN BIBHÎZIN Hevseroka DBP'ê ya Amedê Ruken Akça jî anî ziman ku daxwazên girtiyan pir mirovane ye û xwest ji bo ev daxwaz pêk bên hikûmet gavan bavêjin. Koma 5'an bi tilîliyan û siloganên “Bijî berxwedana zindana” çalakî dewir girt.