Encama referandûma Nisêbîne: Em ê xwe bi rêve bibin 2017-04-18 12:53:12 MÊRDÎN - Nisêbîna ku di dema qedexeyên derketina derve de piraniya wê hat hilweşandin, di referandûma 16'ê Nîsanê de bi rêjeyeke ji sedî 78.60 got "Na". Nisêbîniyan dest nîşan kir ku, Nisêbînê serî netewandiye û ew ê xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin û serokatiya xwe bikin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku di dema qedexeya derketina kolanan de gelek taxên wê bi temamî hatin hilweşandin welatî li gel hemû astengiyan jî çûn ser sindoqan û ji sedî 78.60’ê dengê xwe ji bo “Na”yê bi kar anîn. Welatiyên navçeyê yên ku ji bo dengdayînê gelek ji wan ji derve ji bo dengdayînê hatin navçeyê, der barê encaman de axivîn. Dayika bi navê Turkan Kurmaz diyar kir ku bi gef û derewan “Erê” wek serketinekê nîşan didin û li dijî pergala serokdewletiyê bertek nîşan da. ‘NISÊBÎNÊ DENG NEDA ERDOGAN’ Bedriye Akar jî dest nîşan kir ku, piştî ewqas girtin û kuştinan wan serî netewandiye û wiha got: “Em her tim li pey doza xwe û berxwedana xwe ne. Serokatiya Erdogan jî tu carî qebûl nakin. Li Nisêbînê tu kesî deng nedaye wan. Kesên deng dan jî polîs û leşker in. Her bijî Nisêbîna rengîn.” “EM Ê XWE BI XWE SEROKATIYA XWE BIKIN’ Jina bi navê Suzan Dundar jî diyar kir ku, hilbijartin di rewşeke aram de derbas nebûye û gelek hîle hatine kirin. Dundar anî ziman ku, ew bi kelecaneke zêde çûne ser sindoqan û wiha berdewam kir: “Dengê me namûsa me ye, ma em ê çawa namûsa xwe bifiroşin? Me dengê xwe da xwe. Em ê xwe bi xwe serokatiya xwe bikin.” ‘QADÊN BERXWEDANÊ GOT ‘NA’ Hevserokê DBP'ê yê Nisêbînê Şêxmus Çetîn jî li ser encaman axivî û got, li gel hemû astengiyan jî gel çûye ser sindoqan û vîna xwe daye der. Çetîn anî ziman ku, wek partî ew beriya hilbijartinê bi gelek astengiyan re rû bi rû mane û wiha axivî: “Lê dîsa jî me serî netewand. Heta niha tu bendewariyên me ji dewletê nebû û ji niha û pê ve jî dê çênebin. Ji ber wê jî îro Nisêbîn bi ser ket. Cihên herî zêde ‘Na’ derketin jî qadên berxwedanê ne. Em spasiya gelê Nisêbînê dikin."