Pusulayên dengê wan cuda hat tespîtkirin 2017-04-18 13:15:48 RIHA - Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê pusulayên ku YSK'ê erê dike, derket holê ku rengê wan ji hev cuda ne. Bi wêneyan derket holê ku pusulayen sindoqa 1147'an rengê wan cuda ye. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê derket holê ku dengê "Na" ên hatine qetandin di înşaetê de derketine. Dîsa derket holê ku pusulayên rengê cuda di hilbijartinê de hatine bikar anîn. Her çend YSK'ê diyar kir ku deng naye betalkirin jî bi wêneyan derket holê ku pusulayên cuda bikar anîne. Li navçeya Pirsûsê ku YSK’ê got "kanûnî ne" bi wêneyan derket holê ku rengê pusulayan ji hev cuda ye. Piştî parlamenterê AKP'ê İbrahim Halil Yıldız rastî êrîşê hat, Parlamenterê HDP'ê Îbrahim Ayhan, li ser sindoqan geriya. Di gera ser sindoqan de li Lîseya Gap Anadolu ya ku 360 hilbijêrê wê hene, di sindoqa hêjmar 1184'an de derket holê ku 240 îmze hatine avêtin û 400 deng ji sindoqê derketiye. Dîza zêdeyî 300 zerf û pusula hatin despîtkirin. Di tespîta parêzeran a 2 pusulayan de hat dîtin ku mohra YSK'ê li ser tune û rengê pusulayan cuda ye. Pusulayên rengê wan cuda li ser sindoqa hêjmar 1147'an bi wêneyan hat tespîtkirin.