TBB: Biryara YSK'ê re li pêş tespita nelirêtiyê girt 2017-04-18 13:50:09 ENQERE - Yekîtiya Baroyên Tirkiye (TBB), biryara YSK'ê rexne kir û anî ziman ku biryara YSK'ê rê li pêş tespîta nelirêtiyê girtiye. Yekitiya Baroyên Tirkiyeye (TBB), biryara YSK'ê ya der barê pulula û zarfên bê mohr de rexne kir û anî ziman ku piştiYSK'ê ev biryar qebul kir û şûnde êdî tespîtkirina nelirêtiyê pir zahmet e. Daxuyaniya TBB'ê ya li ser malpera fermî ya înternete wiha ye: "Me hemûyan bi hevre pêvajoya Dengdayina Cemaweriyê ya di navbera 1- 16'ê Nîsanê de dit û jiyan. Di vê pêvajoyê de me hemû baroyan ku me ji bo serxwebûn û bêaliya daraz û hiqûqê rol daye ser milê xwe û em tê dikoşin û beşdarî civînan bûn û şopandin hemû kesên dengê xwe dan ên em ji hemûyan re spasiyên xwe dikin. Me weki baroyan di pêvajoya guhertina qanuna bingehîn de di çarçoveya biryara Rêvberiya Yekitiya Baroyen Tirkiye de li gorî hêjmara 1136'an û zagona parêzeran xala 110'an de ji bo agahdarkirin û zanekirinê tişta ket ser milê me me pêk anî. Di roja dengdayînê de jî ji bo deng bi ewle bên bikar anin û ewlehiya hilbijaritnê di çarçoveya parastina serdestiya hiqûqê de em tev geriyan. Me Yekitiya Baroyên Tirkiye NavendaParastina Sindoqan ava kir. Me bi vê navendê pirsên welatiyan bersivandin û me rê li pêş çareseriyê vekir. Di nava rojê de me nelirêtiyen pêk hatin şopand û me bersîv da. Ev nelirêtiyên pêk hatin bi girtekan me tespit kir. Li gorî xala 298 an xala 101'an pusulayên bê bohr ne derbastar in. Lê biryara YSK'ê ya ku pusulayen bê bohr derbas kirin rê li pêş tespîta nelirêtiyê grit. YSK'e li diji zagone biryar daye û bi tevgera xwe û helwesta xwe re li pêş nelirêtiya bikaranîna dengan vekiriye. li gorî agahiyên gihiştin ber deste me li hin cihan piştî hilbijartin bi dawî buye mohr lê xistine. Di girtekan de aşkere tê dîtin ku nelirêtî hatiye kirin û YSK'ê ev nelireti parastiye. Biryara YKS'ê bandora neyînî li ser encama hilbijartine kiriye. Em hevi dikin ku biryarê disa di ber çavan re derbas bikin u li gori zagonan biryar bê dayin.