Qedexe tenduristî felç kirin 2016-11-30 09:10:09 ŞIRNEX - Ji qadên ku herî zêde ji îlankirina qedexeyên derketina derve yên li bajarên kurda bandorê wergirtin, yek jê jî qada tenduristiyê ye. Ji ber pirsgirêkên wek kêmaniya nexweşxaneyan, kêmaniya bijîşkan, pêknehatina teqwiyeya dermanan tengasiyên welatiyên herêmê zêdetir dikin. Ji roja ku qedexeyên derketina derve li bajarên kurda hatin îlankirin, mexdûriyeta gelên herêmê her diçe zêde dibe. Xizmetên serekê yên diviya ji bo gel pêk bên, ya bi awayekî kêm tên dayîn an jî qet nayên dayîn. Ji vana yên serek jî perwerdehî û tenduristî ne. Bi îlankirina qedexeyên derketina derve re, ji kêmaniya xebatkarên tenduristiyê heta dermanan, ji kêmaniya nexweşxaneyan heta zêdebûna nexweşiyan gelek kêmanî hîn jî didomin. JI BO TEDAWIYÊ JI NAVENDÊ DIÇIN BAJAROK Beriya qedexya derketina derve ya li Şirnexê, li bajêr ji bilî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, 5 Navendên Tenduristiyê yên Malbatê bi awayekî aktîf dixebitîn. Lê belê, di dema qedexeyê de welatiyên ku nikarin ji van qadan sûdê wergirin, ji navendê berê xwe didin qadên tenduristiyê yên li bajarok û navçeyan. LI ŞIRNEXÊ 3 NEXWEŞXANEYÊN AKTÎF MANE Li Şirnexê, berê li her navçeyê nexweşxaneyeke dewletê hebû, lê niha tenê li Şirnex, Silopiya û Cizîrê nexweşxaneyên dewletê bi awayekî aktîf dixebitin. Lê belê ji ber kêmaniya xebatkarên tenduristiyê, zêdebûna dorê û xizmeta derqalîteyî, welatî zaf nerihet in. Gelek nexweş jî ji ber dor nagihêje wan, bêyî ku tedawî bibin berê xwe didin malê. Di dema pevçûnan de, Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê xizmet nedikir û ji ber vê welatî ji neçarî berê xwe didin navendên tenduristiyê yên li bajarokan. HEJMARA NEXWEŞAN BÛ 3 QAT Di dema qedexya ku 146 rojan domand de, li Bajaroka Kûmçatiyê welatiyan kon vedabûn. Li vê bajarokê navendeke tenduristiyê û 3 bijîk hene. Navenda Tenduristiyê ya ku rojê bi nêvengî li 25 nexweşan dinihêrî, heta niha ev hejamar gihaştiye 75'an. Sedema zêdebûnê jî, koçberiya ji navendê ber bi bajarokan û nexweşînin ku li konan li welatiyan peyda bûne. Ji kesên li konan herî zêde nerihet dibin jî, dîsa jin û zarok in. AMBULANS HETA NOQTEYA VENÊRÎNÊ YA POLÎSAN TÊN Li Kûmçatiyê dermanxane tune ye. Lê li herêmê yek ji tengasiyên herî girîng jî, ji xwe derman in. Li Şirnexê ambulans nikarin drekevin derveyî navendê. Heke li bajarok û gundan nexweş çêbibin, ji nexweş tê xwestin ku bi wesayîta xwe yî taybet were heta noqteya polîsan û paşê ambulans nexweş ji noqteya polîsan werdigire û dibe nexweşxaneyê. Nexweşên ku wesayîtê peyda nakin jî, ji neçarî bi derfetên xwe tedawiya xwe dikin. ZAROKÊN QEYDA WAN Î ZAYÎNÊ TUNE YE Yek ji gilî û gazincên tenduristiyê yên şirnexiyan jî, nexweşînên hilmijîn, emel û ê ji ber sermayê ne. Piştî bidawîbûna qedexeyê, li navenda bajêr ew toza ji ber rûxandinê jî tenduristiya gel tehdît dike. Di dema domandina qedexyan de, tê texmînkirin ku, tedawiya jinên ducanî yên li konan dijiyan jî, li dervayî nexweşxaneyê hatiye kirin. Di vê rewşê de dixuyê ku wê di rojên pêş de tengasiyên zarokên ku qeyda wan î zayînê nehatiye çêkirin û ji ber pêknehatina aşiyên ku diviya bê kirin wê xwe bidin der. ‘DI BIN ÇEWISANDINAN DE XIZMET NAYÊ DAYÎN' Nûnerê Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ê Şirnexê Lezgîn kêmaniyên di qada tenduristiyê de xwe didin der dest nîşan kir. Gozlek balê kişand ser çewisandin û pêkûtiyên li ser tenduristkaran û wiha got:"Dema xebatkarên tenduristiyê de rastî çewisandin û pêkûtiyan bên, wê nikaribin xizmeteke baş ji bo gel bidin." Gozupek kuştina 3 endamên SES'ê bi bîr xist û anî ziman ku,li herêmê kêmaniyên di qada tenduristiyê de xwe didin der, heta ji dest wan tê bi tenduristkarên dildar re temam dikin û got, di dema qedexeyê de xebatên wan hatine astengkirin. ‘DIVIYA 4 BIJÎŞK BÛNAN, LÊ 2 NE' Gozlek wiha axivî:“Gelek hevalên me naxin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Jixwe di pêvajoya 8 mehan de ji me re hat gotin, 'pêdivî bi we tune ye' û 35 hevalên me ji peywirê hatin girtin." Gozlek bi brî xist ku, ji ber pevçûnên li herêmê gelek îstifa çêbûne û wiha domand:"Mixabin îstifayên di qada tenduristiyê de, gel zaf mexdûr kir. Kes jî nehat şûna wan ê îstifa kirin. Niha li nexweşxaneyekê diviya ji branşekê 4 bijîşk hebûnan, lê mixabin herî zêde 2 bijîşk hene." Gozlek herî dawî wiha got:"Pêvajo çi dibe bila bibe, du qad hene ku divê bê kêmanî bixebitin; perwerdehî û tenduristî. Divê kêmaniyên li qada tenduristiyê demildest bên çareserkirin."