Îdîaya li Dêrsimê helîkopter hat xistin! 2017-04-18 14:30:43 DERSİM - Hate îdîakirin ku li Dêrsimê helîkoptera dadger, polîs û leşker tê de hate xistin. Walîtiya Dêrsimê jî ketina helîkopterê piştrast kir û da zanîn ku ekîbên lêgerînê çûne herêmê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, helîkoptera S-70 a Skorsky a Blackhawk li Dêrsimê hatiye xistin. Agahiyên derbarê bûyerê de yên zelal nehatin girtin. Walîtiya Dêrsimê jî ketine helîkopterê piştrast kir û da xuyandin ku helîkoptera aîdî Midûriyeta Giştî ya Polîsan seat di 13.30'an de ji radarê derketiye. Walîtiyê daxuyand ku di helîkopterê de 7 polîs, dadgerek, serbazek û 3 wezîfedarên helîkopterê hene. Welîtiyê ragihand ku tîmek ji 10 kesan pêk tê ya AFAD'ê ji bo lêgerîn û xilaskirinê şandine herêmê.