Li Wanê ji sedî 20'ê dengan bêmohr hatine bikaranîn 2017-04-18 15:02:01 WAN - Derket holê ku ji dengên li Wanê hatine bikar anîn ji sedî 20'ê wan bêmohr e. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Yakûp Ataş diyar kir ku îtîraz li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê kirine. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Yekup Ataş diyar kir ku têkildarî mijarê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dane. Ataş anî ziman ku ji sedî 20 pûsûla û zerfê mohr kirî, ji hêla lijneyên navçeyan re kêm ji lijneyên sandoqan re hatine şandin. Ataş wiha axivî: "Hind hilbijer diyar dikin ku pûsûlayên mohra 'Erê' li ser heyîn, ji wan re hatine şandin. AKP'yiyan ji wan re gotiye ku piştî pûsûlaya mohrkirî xistine zerfê û pûsûlaya bêmohr jî, ji radestî Rêxistina AKP'ê ya Bajar bikin dê pere bidin wan. Bi vî awayî mudahaleyî ji sedî 20 dengên Wanê kirine." LIGEL ASTENGİYAN JÎ Ataş li ser îdîaya, "Li bajarên kurdan dengên AKP'ê zêde bûn" rawestiya û wiha domand: "Ev du sale zordariyek mezin li bajarên kurdan tên meşandin. Referandum di şert û mercên OHAL'ê de hatiye kirin. Hemû xebatên me yên referandûmê hatin astengkirin. Me nekarî tu riyên çapemeniyê bikar bînin û xwe bigihînin civakê. Rêjiya dengên 'Na' li bajar pir zêdetir in lê deng ji sandoqan cuda derketine. AKP'ê hemû derfetên dewletê ji bo propagandaya xwe bikar anîne. Lê ligel van zordariyan tevan jî, li gorî hilbijartina 2'yê mijdarê 2 hezar deng winda kirine." Ataş balkişand se rgirtina endam û peywirdarên HDP'ê û ev tişt gotin: "Ligel van zordariyan tevan em ji encama derketîn memnûn in. Serokê Rêxistina CHP'ê ya Wanê Mehmet Kurukçu jî derbirî ku AKP'ê hemû derfetên dewletê ji bo xwe bikar anîne û wiha pêde çû: "Ligel vê jî encamek gelek bi guman girtiye. AKP'ê li Wanê û li Tirkiyeyê tu serkeftin bi dest nexistine."