Li Agiriyê di 26 sandoqan de deng tomarî hatine bikar anîn 2017-04-18 16:06:24 AGIRÎ - HDP'ê li Agiriyê bi boneya hîle hatiye kirin û dengên tomarî hatine bikar anîn îtîrazî 26 sandoqan kir. Rêxistinên HDP'ê yên Agirî û navçeyên wê bi boneya hîle hatiye kirin û deng bi tomarî hatine bikar anîn îtîrazî 26 sandoqan kir. Li gorî tespîtan di 26 sandoqan de tenê dengek na derketiye û dengên din teva bi awayek tomarî ji bo erê hatine mohrkirin. Bi vê boneyê di daxwaznameya îtîrazê ya hatî dayîn de, hate xewstin ku li van deveran hilbijartin bên betalkirin.