Bendava ku dora xwe ronî nake! 2016-11-30 09:11:41 RIHA- Li Rihayê 86 gundên derûdora bendava Ataturkê ku dema hat çêkirin zêdetirî 100 gundên hatin ruxandin, di bin avê de man niha bêceryan in. Welatiyan diyar kirin ku bendav li ser gundên wan hatiye çêkirin lê ew bêcaryan mane. Bendava Ataturk a ku di salên 1983-85'an de hat çêkirin zêdetirî 100 gund di bin avê de ma, hatin ruxandin. Ji sedî 25 ceryana Tirkiyeyê ji bendava Ataturkê tê peydakirin. Bendav ji 8 turubunan pêk tê û dema her 8 turubun bixebitin 8 milyon ampul pêdikevin. Bendav di aliyê mezinbûna golê de li cîhanê yekem e û di aliyê helberîna ceyranê de di rêza 4'emîn de ye. 86 GUND BÊ CEYRAN IN Ligel ku ji sedî 25 ceryana Tirkiyeyê ji bendava Ataturkê tê girtin jî 86 gundên li dora bendavê bêceryan in. Ceyrana 86 gundan piştî saet di 23.00 û 06.00'an de tê birîn. Şêniyên gund ji vê rewşê pir bêzar in û bertek nîşanî rayedaran didin. 'BENDAV LI SER GUNDÊ ME YE LÊ CEYRANA ME TUNE YE' Gundê Tutê gundê ku herî nêzî bendavê ye. Şêniyê gundê Tutê Said Çiftçî (62) diyar kir ku dema bendav hat çêkirin 251 donim erdê wan ma di bin avê de û wiha got: "Gotin em ê pereyê erdê we bidin lê ne pere dan ne jî erd. Li gel vê jî niha jî ceyranê nadin me û em mexdur in. Divê rayedar çareyekê ji ceyranê re bibînin. Hem bendav li ser gundê me ye hem jî em bêceyran in." 'KES DENGÊ ME NABIHÎSE' Şêniyê gundê Tutê Abdulkadîr Gemalmas (57) jî da zanîn ku kes dengê wan nabihîse û wiha pêde çû: "Ceyran bi şev diçe. Xanî dicemidin, zarok digirîn, zarokên biçûk dema digirîn malbat di tariyê de dimînin. Dema mêhvanek tê di tarîtiyê de dimîne. Dema em li navenda TEDAŞ'ê digerin dibêjin li Hewagê bigerin, dema em li Hewagê digerin dibêjin li navendê bigerin." Şêniyê gundê Yaylakê Osman Ekîncî (18) jî anî ziman ku dema ceyran diçe internet naxebite, nexweşek çêdibe di tarîtiyê de dimîne, ji ber ceyranê mele bang nade. Bêrîtan Îrlan - dihaber