Kiliçdaroglu: Em vê hilbijartinê nas nakin! 2017-04-18 18:03:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu wiha got: "Em vê hilbijartina ku dê dîrok wê wek hilbijartina 'bêmohr' binivîsîne qebûl nakin, em ê qebûl jî nekin! Divê li hemberî vîna gel rêzgirtin hebe û divê ev hilbijartin bê dubarekirin!" Serokê Giştî yê HDP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di hesabê xwe yê civaka medyayî de li dijî biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bertek nîşan da. Kiliçdaroglu di hesabê xwe de ev peyam parve kirin: "Di şert û mercên OHAL'ê de, li gel çewisandinan jî gelê me çû ser sindoqan û xwedî li pêşeroja welatê xwe derket. Ji bo vê spasiya her kesî dikim. Di 16'ê Nîsanê de hikûmet û YSK bi tevkariyî li dijî vîna milî derbe pêk anîne! Em ê li pêyî her dengî biçin û hesabê hemû nelirêtiyan bipirsin! YSK dengên bêmohr qebûl kir, ev jî nîşan dide ku ji sindoqê "Na" derketiye! Heta ku edalet cihê xwe bibîne em ê ranewestin! Em vê hilbijartina ku dê dîrok wê wek hilbijartina 'bêmohr' binivîsîne qebûl nakin, em ê qebûl jî nekin! Divê li hemberî vîna gel rêzgirtin hebe û divê ev hilbijartin bê dubarekirin!"