'Li Stenbolê ji sedî 0.95 dengên 'Na' ji bo 'Erê' hatine nivîsandin' 2017-04-18 18:24:45 STENBOL - Serokê Rêxistina CHP'ê Cemal Canpolat diyar kir ku, li Stenbolê ji sedî 0.95 dengên 'Na' ji bo 'Erê' hatine nivîsandin. Canpolat anî ziman ku, wan ji bo 200 hezar dengan îtiraz kiriye û wan daxwaz kiriye ku li 15 navçeyan jî hilbijartin bê betalkirin. Serokê Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Cemal Canpolat li Koma Meclisa Şaredariya Stenbolê axivî. Canpolat balê kişand ser hîleyên referandûmê û diyar kir ku, ji bo hezar û 900 sindoqên 36 navçeyên Stenbolê îtiraz kiriye. Canpolat wiha axivî: "YSK'yê ji tevahiya navçeyan re pusûle kêm şandine. Ji ber vê me jı bo tevahiya sindoqan îtiraz kiriye. Li hin navçeya 30, li hinan jî 70 pusûle kêm hatine şandin. Heta hilbijartin qediyayî jî ev pusûle nehatine şandin." Canpolat der pêş kir ku li gelek navçeyan li şûna mohra 'tercîh' mohra 'erê' hatiye bi kar anîn. Canpolat ev tişt gotin: "Me îtîrazî vê rewşê jî kir. Me tespît kir ku li gelek sindoqan dengên mukerer hatine bikaranîn. Derket holê ku, YSK'yê pêşiya hemû şaîbeyan vekiriye. Me girtenameyên tevahiya sindoqan ên Stenbolê girt. Li gelek cihan bêrêtî hatiye kirin. Me ev tespît kir. Li gorî van girtekan ji sedî 0.95 dengên 'Na' ji 'erê' re hatine nivîsandin. Yanî rêjeya dengên li Stenbolê ne ji sedî 51.35 e, ji sedî 52.20 e. 138 hezar deng hatine betalkirin. Hemû ji bo 'Erê' hatine nivîsandin. Beşek ji vana hatin sererastkirin. Heta 3 rojan mafê me yê îtîrazê heye. " Her wiha Canpolat da zanîn ku, wan ji bo betalkirina hilbijartina 15 navçeyan jî îtiraz kiriye û ji bo 200 dengan jî îtiraz kiriye.