Bertekên li dijî YSK'ê didomin: Bila hilbijartin bê betalkirin 2017-04-18 19:07:25 EDENE - Girseya ku li Edeneyê ji bo betalkirina hilbijartinan daket qadan, polîsan mudaxileyî wê kir. Di mudaxileyê de gelek kes hatin binçavkirin. Li Edeneyê, welatî ji bo protestokirina qebûlkirina pusûleyên bêmohr û pergala serokdewletiyê li Parka Ataturkê hatin gel hev. Polîsan bi wesayîtên zirxî girse dorpêç kir, lê li gel hemû astengiyan jî gel derbasî qada protestoyê bû. Girseyê dirûşmeyên wek "YSK'a dizek, YSK'a alîgir" berz kirin û bi stranan govend gerandin. Girse li ber strananên koma muzîkî ya Hareket Halinde meşek li dar xist. Li ser vê polîsan mudaxileyî girseyê kir û di mudaxileyê de polîsan gelek kes bin çav kirin.