Têkîldarî şewata waregeha xwendekaran qedexeya weşanê 2016-11-30 09:32:34 EDENE- Li navçeya Aladagê di şewata waregeha xwendekadaran de 13 xwendekaran jiyana xwe ji dest da. Têkîldarî bûyerê qedexeya weşanê hat danîn. Duh bi şev li navçeya Aladagê ya Edeneyê li waregera xwendekaran a li taxa Sînanpaşayê şewat derket. Sedema şewatê nehat hînbûn û di demeke kin de mezin bû. Di şewatê de 13 xwendekaran jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din têkîldarî bûyera şewatê RTUK'ê qedexeya weşanê danî. Daxuyanî di malpera RTUK'ê de hat dayîn û hat gotin ku bi biryada Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Aladagê qedexeya weşanê hatiye danîn.