Rojnamegerê îtalî yê di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê dike 2017-04-18 22:11:29 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegerê îtalî Gabriele Del Grande ê di 9'ê Nîsanê de li nêzî Hatayê hat binçavkirin û îro cara ewil bi malbata xwe re pêwendî danî. Del Grande, daxuyand ku ew ê ji ber çewisandinan îşev dest bi greva birçîbûnê bike. Li gor nûçeya ku BBC'yê, Gabriele Del Grande îro cara ewil bi malbata xwe re pêwendî danî. Del Grande, îro bi riya telefonê li hevjîna xwe geriya û wiha got: "Niha dema ez diaxivim, 4 polîs min dişopînin û guhdariya min dikin. Li ser sînor hatim binçavkirin. Piştî demekê li Hatayê hatim rawestandin û paşê min birin Muglayê û niha di bin tecrîdê de me. Belgeyên min li gor pîvanan e, lê nehiştin parêzerek bê. Der barê bidawîbûna binçavkirinê de tu agahiyan nadin." DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIKE Del Grande diyar kir ku, rewşa wî ya tenduristiyê baş e, lê belê ew ji mafên xwe hatiye mehrûmkirin û wiha domand: "Her çi qas der barê min de tu tawanbarî tune bin jî, destû rê nadin ku ez telefon bikim. Teşefon û eşyayên min ên şexsî hatine desteserkirin." Del Grande, diyar kir ku ew ê îşev dest bi greva birçîbûnê bike û ji bo rêzgirtina mafên xwe, daxwaza alîkariyê kir. Her wiha Del Grande, diyar kir ku sedema binçavkirina wî tenê ji ber karê wî ye û ragihand, ku ji ber vê bi dehan cara rastî lêpirsînê hatiye. Del Grande, dest nîşan kir ku ev çend roj in ev vê rewşê protesto dike û li ser vê protestoya wî destûra lêgerîna bi telfonê ji bo wî hatiye dayîn.