Şervanên QSD'ê 47 DAÎŞ kuştin 2017-04-19 08:00:18 REQQA – Erîşên DAIŞ'ê yên ku li taxa Îskenderiyê, li başur û bakur rojavayê Tebqayê pêk hatin bi berxwedana şervanên QSD’ê tev hatin şikandin. Di şer de 47 endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin û 2 şervanên QSD’ê jiyana xwe ji dest dan. Operasyona şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ya rizgarkirina bajarê Tebqayê û bendava Firatê, bi pevçûnên dijwar berdewam e. Endamên DAÎŞ'ê ku di bajar de asê mane, ji şevê din ji bo şikandina dorpêça QSD’ê, serî li her rêbazî dan û êrîşên dijwar pêk anîn. Li taxa îskenderiyê 15 cenaze ket dest şervanên QSD'ê. Şevê din şervanên QSD’ê ji taxa îskenderiyê 500 metre û ji taxa Ayid Saxîr jî yek km pêşve çûn. Duh di tevahiya rojê li herdû taxan, şerên kolanan bi dijwarî berdewam kir. Di pevçûnan de bi dehan DAÎŞ hatin kuştin. Cenazeyên 15 endamên DAÎŞ'ê tevî 15 kalaşnikof û rextên wan, ketin deste şervanên QSD’ê. Endamên DAÎŞ'ê, ji bo şikandina dorpêça li ser bajar, duh saet di 05.00’an de êrîşî gundê Ayid Kebîr ê li başurê Tebqayê kirin. Di êrîşê de li gund û derdora wî, şerên giran qewimîn. 5 DAÎŞ'iyan xwestin bikevin nava gund û xwe bi sivîlan de biteqînin. Ji bo parastina sivîlan, şervanan berxwedaneke bêhempa dane meşandin û her 5 êrîşkarê xwekuj bêbandor kirin. Di encama pevçûnên ku zêdetirî 3 saetan dom kirin de, gelek leşkerên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Ji bilî xwekuj, cenazeyên 5 leşkerên DAÎŞ'ê tevî 4 çekên kalaşnikof û 4 rextan ketin destê şervanan. 22 ENDAMÊN DAÎŞÊ HATIN KUŞTIN Li bakur rojavayê bajarê Tebqayê li herêma di navbera Cezîre û bajar de, leşkerên DAIŞ'ê saet di 17.20'an de bi çekên giran êrîşî çeperên şervanên QSD'ê kirin. Ev êrîşa DAÎŞ'e di du heftyên dawî de êrîşa herî giran bû. 2 êrişkarên xwekuj ku xwestin xwe bi şervanan de biteqînin hatin kuştin. Lê ji ber zêdebûna êrîşên xwekuj, şervanên QSD’ê neçar man qedemeyekê paş de bikişin. Şervanên QSD’ê cihê ku xwe jê vekişandin, dîsa ji dest DAÎŞ'ê girtin. Zêdetirî 20 DAÎŞ'ên ku li hember şervanan nikaribûn xwe ragirin, di avahiyekê de asê man. Ev avahî ji aliyê balafêrên Koalisyona Navnetewî ve hat bombebarankirin. Di encamê de avahî bi ser serê çeteyan de hilweşiya û cenazeyên her 20 çeteyan di bin de man. Piştî ku 20 DAÎŞ'ê di avahiyê de hatin kuştin, êrîşa DAÎŞ'ê sist bû û pevçûnên ku heta saet 21.00’an bênavber dewam kir, bi temamî hat şikandin. Di pevçûnan de 6 şervanên QSD’ê birîndar bûn. Ji wan 2 şervanên ku bi giranî birîndar bûn dema rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Şerê li herêmê didome.