Li gel 73 fermanan jî, Çarşema Serê Nîsanê... 2017-04-19 09:15:11 MÊRDÎN – Li gundê Bacinê yê Midyadê kurdên êzidî dest nîşan kirin ku, li gel fermanên ku ew bi wan re rû bi rû mane jî, ew ê Cejna Çarşema Sor a ji bo wan tê wateya destpêka jiyaneke nû, pîroz bikin. Kurdên êzidî yên ku heta niha bi 73 fermanan re rû bi rû mane û li gel van fermanan jî tu carî dev ji edet û toreyên xwe bernedane, dê îro Çarşema Serê Nîsanê bi awayekî dîtir Cejna Çarşema Sor a ku ji bo wan tê wateya destpêka jiyaneke nû pîroz bikin. Çarşema Sor, li gor salnameya miladî çarşema ewil a piştî 13 Nîsanê û li gor salnameya hîcrî jî di çarşema ewil a serê Nîsanê de tê pîrozkirin. Li gor baweriya êzdayetiyê Çarşema Sor, tê wateya bidawîbûna şert û mercên zehmet ên zivistanê û temambûna gerdûnê. Wek li gel hemû êzidiyan, ji bo pîrozbahiya Çarşema Sor kelecaneke mezin li êzidiyên li gundê Midyadê dijîn jî peyde bûye. ‘MEHA NÎSANÊ BÛKA MEHAN E’ Êzidiyê bi navê Ebuzeyd Atalan ê ku cejna Çarşema Sor wek cejneke “pîroz” pênase dike di serî de cejna hemû êzidiyan pîroz kir. Atalan dest nîşan kir ku, di vê mehê de tu kes ji wan nazewice û wiha behsa Çarşema Sor kir: “Ev meh bûka 11 mehan e. Em êvarê xwarinên xwe amade dikin. Rojên Çarşemê çûna ser kar heram e. Piştî xwarinê kal bi kalan re, pîr bi pîran re û ciwan jî bi ciwanan re gotubêj dikin û lîstikan dilîzin. Di vê rojê de em nagerin û roja xwe di nav malê de derbas dikin.” BANGA ‘DIVÊ HEMÛ ÊZIDÎ KEVNEŞOPIYA XWE BERDEWAM BIKIN' Huseyin Agirman jî diyar kir ku, cejnên beriya niha zêdetir bi coş derbas dibûn û ev bang li êzidiyên li cihanê belav bûne kir: “Ev meh meha bereketê ye. Beriya niha em bi hev re bûn û wisa dihat pîrozkirin. Lê niha her yek çûne aliyekê. Em jî hewl didin ku kevneşopî û baweriya me tune nebe. Divê hemû êzîdî kevneşopiya xwe berdewam bikin.” ‘LI GEL 73’Ê FERMANAN JÎ ÇANDA ME BERDEWAM E’ Bahram Atalan jî anî ziman ku berê cejn bi def û zirne û govendgerandinê dihatin pîrozkirin. Atalan wiha axivî: “Rengê biharê bandora xwe li ser cejna me jî nîşan dide. Em hêkan dikelînin û boyax dikin. Me ji bo çanda û baweriya xwe têkoşînek mezin da. Li gel komkujiya Şengalê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat kirin jî em cejnên xwe pîroz dikin. Bi çand û baweriya xwe li ser piyan disekinin.”