Penguenê YSK kir berg 2017-04-19 10:42:25 WAN - Kovara qerfî ya Penguen mijara zarfên bê mohr ên YSK’ê derbasdar qebûl kir, kir mijara berga kovarê. Penguenê li ser bergê nîşeya “Êdî bergên bê karikatur jî dê derbasdar bin" nivîsand. Bertekên li dijî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) piştî pusula û zarfên bê mohr derbasdar qebûl kir niqaş û bertek zêde dibin. Têkildarî helwesta YSK'ê kovara kerfî ya Penguenê mijara YSK'ê kir wêneyê bergê. Li ser wêne jî nîşeya “Êdî bergên bê karikatur jî dê derbasdar bin" nivîsand.