Dîrektorê RHEE'yê: Hikûmet bêusuliyan lêkolîn nake 2017-04-19 11:48:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Dîrektorê Ofîsa Mafên Mirovan û Saziyên Demokratîk ên RHEE'yê Michael Link, diyar kir ku hikûmet ji bo lêkolînkirina bêusuliyên referandumê hevkariyê nake. Rêxistina Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) ji ber ku hikûmeta AKP'ê ji bo lêkolînkirina îdiayên bêusulî û bi guman ên referandumê hevkariyê nake, rexne kir. Dîrektorê Ofîsa Mafên Mirovan û Saziyên Demokratîk ên RHEE'yê Michael Link, di daxuyaniya xwe ya çapemeniya almanî de nirxandina "Çi heyf e ku mirov nikare qala hevkariyê bike" kir. Michael Georg Link wiha got: "Biryara YSK'ê ya qebûlkirina dengên bêmohr û şaş aşkera ye li dijî qanûnên tirk in."