Ji bûyera derpkirinê ya li girtîgehê re biryara neşopandinê 2016-11-30 10:21:33 EDENE - Li Girtîgeha Tîpa E a Kurkçulera Edeneyê 5 zarok rastî îşkenceyê hatibûn, ligel derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye vekirin, dîmenên qemereyan hatine girtin û rapora saziya tipa edlî heye jî biryara neşopandinê hat dayîn. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê derbarê çar xebakarên girtîgehê yên ku di 5’ê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulera Edeneyê 5 zarok îşkence kiribûn de û bi nûçeyên di rojnameya Ozgur Gundemê ya bi biryaranameya KHK'ê hat girtin derket de, bi sûcdariyên “birîndariya sivik” û “heqaret” lêpirsîn vekiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya zarok û xebatkaran hat girtin. B.A. di îfadeya xwe ya dozgeriyê de wiha got: “Sê gardiyan hebûn. Gotin xwe tazî bikin. Dema me xwe tazî dikir bi copan li me xistin. Gotin ev ‘lêdana xêrhatinê ne ye’ destê min danîn ser masê. Yekê got te bi kîjan destê xwe ber avêtiye. Gotin ‘em destê de bibirin’. Li beşa rehabîlîtasyonê di saetên derengiya şevê de du gardiyan hatin, gotin rabe û li rûyê min xistin. Heman tişt li hevalên din jî kirin. Serê F.Ş. şikest. Li kawişê em her 5 rastî ‘lêdana xêrhatinê hatin’ em rastî heqaret û çêrên midûrê duyemîn hatin. Bi pişta M.Y. dar şikandin. Ji ber ku ez di hêjmartinê de keniyam sergardiyan l imin xist. Rojekê heval birin bexçe û di bin merdîvenan li wan xistin.” ŞOP HÊJÎ JÊ NEÇÛBÛN 9 zarok piştî bûyerê sewqî tipa edlî kirin. Zarokên kul i dozgeriyê şîkayetên xwe ne anîn ziman ji doktoran re tiştên jiyane ragihandin. Di laşê zarokan de birînên ku hatine girtin lê hêjî baş ne bûne, di raporan de derbas dibe. Di serê zarokê bi navê F.Ş. ê rastî şîdetê hatiye de birînnek hat dîtin. Zarokên bi navê B.A. û Î.E., di 1’ê Nîsanê de sewqî tipa edlî hatin kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku rastî şopên îşkenceya beriya 3 mehan ne hatine. Het diyarkirin ku gardiyanan di 13’yê Adarê de E.D. li bin birine cihê bin merdîvenan bi xortumê lê xistine û destên wî werimîne. D.S. jî da zanîn ku ew jî li bin merdîvenan rastî îşkenceyê hatiye. Di stuyê D.A. de birînên cuda hatine dîtin. M.A. jî di bin merdîvenan rastî lêdana 6 gardiyanan hatiye. Gardiyanan bi çopan li ser, stû û milên wî xistine, destê wî yê rastî werimiye û destê wî yê çepê jî reş û şîn bûye. Di raporê de hati diyarkirin ku di mil û serê M.A. de şopên birînan hene. Di muayeneya tipa edlî de di destên Y.D. nû pişta F.U. de birîn hatine tespîtkirin. Xebatkarê girtîgehê M.Ö.,diyar kir ku kesên destpêkê tên girtîgehê di lêgerînê re derbas dibin û wiha got: “Ji kesên nû tên re tê xwestin ku cilên xwe yên serî derxînin ger ne derxînin bi zorê tê derxistin. Piştî lêgerîna jor hat kirin cilên xwe carekdin li xwe dikin. Piştre tenê bi cilên binî bimîne tê tazîkirin. Zarok ji bo rehabîlîtasyonê, her du zarok direwan dikin.” Xebatkarê bi navê E.Ç. yê ewicî, da zanîn kul i cihê ew dimînin cop nayê bikaranîn û wiha pêde çû: “S.A. îftirayê divaêje me. Di dema lêgerînê de tu hevalên min li tu kesî ne xistiye.” E.Î. jî wiha got: “5 kes hatin min li wan ne xistiye û tiştek ji wan re ne gotiye. Tu kes bi copan rastî lêdanê nehatiye.” BI HEVOKEKÊ GIRT Di biryara neşopandinê ya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de, hat ragihandin ku ji bilî F.Ş, li ser laşê kesên din rastî şopekê ne hatine, kesên bi fikar ev sûcdarî qebûl ne kirine û wiha hat gotin: “Tê dîtin ku li cihê lê dimînin cop tune ye, her çiqas li ser Rojnameya Ozgur Gundemê nûçe hatibe belavkirin jî û li ser lêkolîn hatiye destpêkirin jî, ji bo doz were vekirin tu delîl ne hatine bidestxistin.” Parêzera zarokan Yasemîn Dora Şeker, anî ziman ku dozger bêyî ku qeydên qemereyan temaşe bike, bêyî ku raporên tipa edlî li ber çavan bigire biryara ne şopandinê girtiye û ew ê derbarê biryarê de serlêdana îtîrazê bikin.