AKP'îyên bi ser sindoqan de girtin: Em 100 heb zede bavêjin dê çi bibe 2017-04-19 13:47:10 RIHA - Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Yildiz bi 20 mirovên bi çekdar ket salona sindopan û peywirdarê sindoqan bê bandor kirin. Wekîlê AKP'î û koma li gel wî dengên bê mohr û avêtin sindoqê. Di sindoqa ku 240 hilbijêrên wê hebûn de 400 deng derketin. Biryara YSK'ê piştî biryara "dengên bê mohr derbas dibe" stend, lîstik zêtir bûn û ev yek bû mijara niqaşan. Şahidên hîleyên sindoqan diyar kir ku li navçeya Pirsûs a Rihayê jî Parlamenterê AKP'ê 20 mirovên wî yên çekdar bi ser sindoqê de girtin û zêdeyî 100 deng zêde bikar anîn. Şahid, anî ziman ku Parlamenterê AKP'î Îbrahim Halil Yildiz, diyar kir ku bû şahid ku dengê "Erê" yê bê mohr bi komî avêtine sindoqê. Şahid dîmenê dema dengan tavê sindoqê kişand û anî ziman ku nelirêtî hatiye kirin. 27 SANIYE DÎMENÊ BÛYERÊ: Şahidê bûyerê 27 saniye bi telefona xwe bi awayekî dizî dimen kişand û îspat kir ku dengê sexte hatine bikar anîn. Şahid li Lîseya Anadolu ya Hacı Mahmut Yavuz li ser sindoqa hêjmar 1180'an dîmen kişand û îspat kir ku Parlamenterê AKP'ê Yildiz û zilamên xwe bi çekan girtine ser sindoqê û dengê sexte bikar anîne. SEROKA SINDOQÊ YA SERGIRTÎ LI DIJÎ VÊ YEKÊ DERDIKEVE LÊ RASTÎ HEQARETAN TÊ Di dîmenan de Seroka sindoqê ya sergirtî ku li dijî vê yekê derdikeve, rastî nehiqay wekîl tê. Yek bang dike û dibêje derkevin derve. Li ser vê yekê seroka sindoqê ya sergirtî li dijî wan derdikevin. Seroka sidoqê ku matmayî timîne tenê temaşe dike WEKÎLÊ AKP'ê BERPIRSIYORÊN SINDOQÊ TEHDÎT DIKE Parlamenterê AKP'ê Yildiz û zilamên xwe bi hevre dikevin polê û peywirdarên ser sindoqê tehdît dikin. Di rageşiyê de yek ji komê diçe ser sindoqan û zarfan li nava hev dixe. Li xwe dizîvire û zerfan davê yên pişt xwe. Dîmenên ku 27 sn hatiye kişandin qut dibe. Şahidê ku dîmen kişand diyar kir ku Parlamenterê AKP'ê û zilamên xwe bi çekan hetin hundir û li dijî qanûnan zêde deng avêtin sindoqê. Welatî anî ziman ku zilamên Yildiz ji serokê Sindoqê re gotiye tişt nabe em zêde bavêjin. Gotiye netirse em zêdeyî 100 zarfan bavêjni tişt nabe. JI SINDOQA 240 DENGAN 400 DENG DERKET Di sindoqa ku 240 hilbijêran deng lê avêt sinqodê zêdeyî 400 deng derket. Ji Lîseya Anadolu ya GAP'ê ji sindoqa hêjmar 1184 ku 360 hilbijêrên wê hebûn, li hemberî 240 îzmeyan 400 deng derketin. Hat dîtin ku zêde deng hatine bikar anîn. Dîsa li herêma sinddoqê zedeyî 300 zerf hatin dîtin. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan jî heman tişt anîbû ziman.