ÎHD: Girtiyê nexweş Ozelmali berdin 2017-04-19 14:41:09 EDENE - Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê xwest girtiyê nexweş Kemal Ozelmali serbest bê berdan. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) xwest girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku 30 salin girtî ye û bi nexweşiya Wernicke Korsakoffê ye bê berdan. Komisyonê li avahiya komeleye daxuyanî da. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Nejat Okay, diyar kir ku di ser asta girtîgehan de mirov hatine girtin û kesên hatine girtin mafê wan tê binpêkirin. Okay, anî ziman ku li gorî rapora ÎHD'ê ya 2016'an 300 jê giran bi giştî zêdeyî 902 girtiyên nexweş hene. Okay, anî ziman ku di odeyên 3 kes lê bijîn de 6 kes dijîn û odeyên 14 kesan duqat kes lê dijîn. Okay, anî ziman ku li herema Çukurova 14 jê giran bi giştî 60 girtiyên nexweş hene û mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Okay, anî ziman ku yek ji van girtiyên nexweş Kemla Ozelmali ye û wiha got: "Ozelmali rapora "Nikare li girtîgehê bijî" stendiye. Dîsa nexweşiyên gran pêre hene. Tevî nexweyiyan 30 salin girtî ye û divê serbest bê berdan. Vesisê Ozelmali Ramazan Ceylan jî anî ziman ku rewşa Ozelmali giran e û divê bi lezgîn serbest bê berdan.