Êzidiyan Çarşema Sor pîroz kirin 2017-04-19 15:20:12 ÊLIH/ENQERE - Welatiyên êzidî yên li Qubînê dijîn Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. HDP'ê jî bi peyameke Çarşema Sor pîroz kir. Welatiyên êzidî yên li gundikê Şazimê ya bi ser navçeya Qubînê ya Êlihê dijîn Cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Êzidiyên ku paste, şîranî, şekir, hêkên rengîn dan mêvanan diyar kirin ku Çarşema Sor îfadeya jiyaneke nû ye. Ji niştecihên gundikê Şazimê Kenan Kartal wiha got: "Cejna Çarşema Sor li gorî baweriya me roja ku cihan hatiye afirandin e. Bi sedan salan e em jî cejnê pîroz dikin. Roja cejnê em du benên rengîn amade dikin. Yek ji benan pêşerojê temsîl dike ya din jî îsal. Van benan ji bo beretekê bînin bi destên xwe, sewal, dar û zeviyên xwe ve girêdidin." Kartal destnîşan kir ku roja cejnê diçin goristanê piştre diçin gundên cîran. Berê her kesî xwarin dainî û li maleye kom dibûn û li wir bi hevre xwarin dixwarin. Kratal wiha axivî: "Berê cejn bêhtir bi coş bû. Lê piştî fermana li Şengalê nifusê me belav bû. Her kel çû derekî. Niha em kêm mane. Kêfa me ya berê nemaye. Lê ligel her tiştî jî em cejna xwe pîroz dikin, çanda xwe didomînin." JI HDP'Ê PÎROZBAHÎ HDP'ê bi îmzeya parlamenterên êzidî Çarşema Sor pîroz kir û xwest cejn bibe wesîleya azadiya êzidiyan. Peyama ku bi îmzeya Feleknas Uca û Alî Atalan hate weşandin de cejna welatiyên êzidî yên li lilge fermana 73'emîn û pêkûtiyan Şengal neterikandine hate pîrozkirin.