Li Midyatê baweriyên cuda Çarşema Sor pîroz kirin 2017-04-19 16:12:27 MÊRDÎN - Li taxa Bacinê yê Midyadê êzidiyan bi beşdariya misilman û suryaniyan cejna Çarşema Sor pîroz kirin. Li taxa Bacînê ya Midyata Mêrdînê cejna Çarşema Sor a ji bo êzidiyan tê wateya destpêka jiyaneke nû hat pîrozkirin. Ligel êzidiyên gundên wek Xirabiyê, Taqa, Kevnas, Koçan û Deynvanê ji bajarên ewropayê jî gelek êzîdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Her wiha misliman û suryanî jî bûn şîrîkê pîrozbahiyê. Piştî hêqên kelandî yên boyexkirî hatin belavkirin goşt hatin pêhtin. Dema xwarin qediya jî serdana goran pêk hat. ‘JI BO ÇANDA XWE JI EWROPAYÊ TÊN’ Êzidiyê bi navê Halîl Altan bi bîr xist ku ew gelek caran bi fermanan re rû bi rû mane lê tu carî ji çanda xwe venegeriyane. Altan destnîşan kir ku Çarşema Sor tê wateya hatina biharê û wiha axivî: “Em jî rengên biharê li ser hêkan nexş dikin. Em çanda xwe ji zarokên xwe re vedibêjin da ku çanda me berdewam bibe. Hikmet Altan jî got ku ew ji bo cejnê pîroz bikin ji Ewropayê hatine û wiha axivî: “Derfetên me nîn e li Ewropayê. Li wir em nikarin wiha bên gel hev. Ji ber wê em tên ser axa xwe.” Ferhan Karaca jî anî ziman ku Çarşema Sor ji bo wan tê wateya salekî nû ê ev tişt gotin: “Em ji Almanyayê hatin. Ez hêvîdar im ku ev cejn ji bo gelê kurd bibe wesileya aştiyê.”