Di jiyana komunal de perwerdehiya matematîkê 2016-11-30 10:46:14 ÎZMÎR - Li Gundê Matematîkê ya ku li gundê Şîrînceyê ya di 2007'an de bi palûteyê hate avakirin hiyarerşî û sîstema emr-fermanê nîne, perwerdehiyên matematîkê ya bi feraseta komunê tê dayîn berdewam dike. Li Gundê Nesîn Matematîk a ku li gundê Şîrînceya navçeya Selçuk a Îzmîrê ji aliyê Alî Nesîn ve di 2007'an de hate avakirin ji bo ku xwendekar dersa matematîkê hez bikin bi ruhekî kolektîf perwerdehî tê dayîn. Li gundê Matematîkê ya ku li Tirkiyeyê ku saziyan piştgiriyê nagire û bi bexşan û keda dildarî ya ciwanan bi palûteyê hatiye înşakirin û televîzyon, radyo, înternet, muzîk û hwd. tiştên ku hûrbûn û fikirandinê asteng dike hemû qedexe ne. Mamosteyên li gundê Matematîkê jî ji mamosteyên dildar ên Tirkiyeê gelek welatên cihanê pêk tên. ELEQEYA MEZIN Gundê Matematîkê ku li pontara ciyayê Kayserê hatiye înşakirin bi kevir, tuxle, herî û kayê hatiye çêkirin. Kesên li Gundê Matematikê ku jiyana xwezayî didomînin ji roja hatiye avakirin heta niha 4 hezaran zêdetir dar û nebat çandine. Li gund di 2007'an de 99 xwendekar bûne mêvan ev hejmar di 2016'an de gihîştiye 8 hezar û 500 kesan. Li gund ji ber bêderfetiyan tu xwendekar nayên redkirin, xwendekarên ku pêdiviya wan bi bursê heye jî bursê digirin. Mamosteyê bi navê Emrah Bakircioglu diyar kir ku li gund di hefteyê de 6 rojan 8 saet ders tê dîtin û rojek li gund jî wiha anî ziman: "Xwendekar li vir serê sibehê saet di 07.00'an e radibe. Di 7-8'an de taştê tê xwarin. Di nav bera 8-12'an de 4 saet dersa matematîkê tê dîtin. Di firavînê de xwendekar peywirên xwe yên ku divê pêk bînin bi cih tînin. ji 13.00'an heta 16.00'an dema wan a vala heye. Di 15.30'an de taştiya esirê heye. Saet di 16.00'an de dikevin dersê. Heta 20.00'an dîsa ders heye. Piştre dema wan vala ye. Xwendekarên lîseyê mecbûr in saet di 00.00'an de razên. Ji bo xwendekarên lîsansê yan jî lîsansa bilind û doktorayê ev mecbûrî nîne. Rojên pencşemê jî roja betlaneyê ye." 'EM JIYANEKÎ KOMUNAL DIDIN JIYANKIRIN' Bakircioglu da zanîn ku li Gundê Matematîkê hemû kar bi komên 10 kesan pêk tê tê kirin û wiha berdewam kir: "Li gund tuwalet, serşok û qawişên ku qirêj dibin em bi hevre paqij dikin. Ji paqijiya hawirdorê heta karên bax û baxçeyê yên daran em bihevre dikin. Heta ji destên me têm jiyana komun li vir hewl didin bidin jayankırın." Bakarcioglu destnîşan kir ku li cihanê jibilî Gundê Matematîkê ciheke ku bi tena serê xwe mezin dibe nîne û li Tirkiyeyê ji tu saziyan alîkariyê nagirin. GUNDÊN HUNER Û FELSEFEYÊ JÎ HATIN AVAKIRIN Gundên Huner û Felsefeyê yên bi Gudê Matematîkê re bûye destgund jî di 20147an de hat avakirin. Gundên Huner û Felsefeyê yên ku di kampên havînê de xebatên xwe didin meşandin li gorî daxwazê der demê salê çêdibe. Li Gundê Hunerê atolyeyên resim û seramîkê li Gundê Felsefeyê jî bernameyên felsefeyê yên 2 hefteyan pêk tên. Ev herdu gund jî wekî Gundê Matematîkê ji bo hemû kesan vekirî ye. LI VAN GUNDAN HIYERARŞÎ TUNEYE Berpirsyara Bernameyê ya Gundê Matematîkê Aycan Şahîn jî anî ziman ku xebatên derveyî dersan di însiyatîfa xwendekaran de ye û wiha got: "Ji bo ku xwendekar bikaribin xwe guhdar bikin û bifikirin qad hatine avakirin. Mînak quncikê me yê 'Mewkiya Razanê' heye." Şahîn da zanîn ku li Gundê Matematîkê hiyerarşî sîstema emr-fermanê tuneye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê heke xwendekarek li hemberî xwendekarekî din heqet an jî êrîşê pêk bîne em desturê nadin ew xwendekar li gund zêde bimîne."