Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcû Çelîk hat girtin 2017-04-19 17:33:03 MÛŞ- Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelîk Ozkan hat girtin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Bûrcû Çelik Ozkan hat girtin. Çelik a ku li Mûşê hat binçavkirin, di hesabê xwe yê fermî yê Twitterê de ragihand ku ew hatiye girtin. Çelik di hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsand: "Hatim girtin... Silav ji bo hebû dostan..." Tevî hevserokên giştî yên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê, bi giştî 14 parlementerên HDP'ê girtî ne.