Li gundên cerdevanan, bi awayekî komî deng hatine bikaranîn 2017-04-19 18:34:21 ŞIRNEX - Li 6 gundên Hezexê yên ku cerdevan lê ne, hat zanîn ku bi awayekî komî deng hatine bikaranîn. Li 6 gundên navçeya Hezexê ya Şirnexê ku cerdevan lê ne, hat zanîn ku li 8 sindoqann bi awayekî komî deng hatine bikaranîn. Li gorî encamên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Hezexê li gundê Memolan di sindoqa Jimare 2053'yan de bi tevahî 219 deng hatine bikaranîn û ji van dengan 218 jê "Erê" û 1 jê "Na" derketiye. Dîsa di sindoqa Jimare 1054'an de 224 deng hatine bikaranîn û ji van dengan 223 jê "Erê" û 1 jê jî "Na" derketiye. Li gundê Batêlê di sindoqa Jimare 1084'an de 151 deng hatine bikaranîn, ji van dengan 149 jê "Erê" û 2 jê jî "Na" derketine. Li Bazgurê di sindoqa Jimare 1079'an de 145 deng hatine bikaranîn, 2 deng hatine betalkirin, 141 deng jê "Erê" û 2 deng jê jî "Na" derketine. Li Dîpikê di sindoqa Jimare 1071'an de 73 deng hatine bikaranîn, 3 deng hatine betalkirin, 69 deng "Erê" û dengek jî "Na" derketiye. Li Xerabê Repinê di sindoqa Jimare 1112'an de 320 hatine bikaranîn, 8 deng hatine betalkirin, 298 deng "Erê û 14 jî "Na" derketine. Dîsa li heman gundî di sindoqa Jimare 1113'an de 342 deng hatine bikaranîn, 7 deng hatine betalkirin, 326 deng "Erê" û 9 deng jî "Na" derketine. 'KEYAYÊ GUND Û XIZMÊN WÎ YÊN CERDEVAN DENGÊN KOMÎ BI KAR ANÎN' Bi taybetî jî li gundê Eleqemişê, di sindoqa Jimare 1055'an de gundiyên roja hilbijartinê bi riya telefonê xwe gihandibûn me diyar kiribûn ku keyayê gund û xizmên wî yên cerdevan nasnameyên gundiyan kom kirine û bêyî ku gundî biçin ser sindoqan li şûna wan deng dane. Di sindoqa li gundê Eleqemişê de jî ji 390 dengan 387 hatine bikaranîn, ji van dengan 3 jê hatine betalkirin, 384 deng ji "Erê" û 3 deng jî "Na" derketine.