Li Hatayê 20 kes hatin berdan 2017-04-19 19:33:02 HATAY - Li Hatayê, 20 kesên ku 8 roj berê hatibûn binçavkirin hatin berdan. Li hin navçeyên Hatayê, di 12'ê Nîsanê de bi ser malan de hat girtin û di van serdegirtinan de 20 kesên ku di çarçoveya xebatên referandûmê de xebatên "Na"yê bi rê ve dibirin hatibûn binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin, danê sibehê sewqî Edliyeya Hatayê hatin kirin. Ji 20 kesên hatin sewqkirin 9 jê piştî îfadedayîna li dozgeriyê hatin berdan. 11 kesên din jî bi daxwaza şertê venêrîna edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin. Heyeta dadgehê jî bi şertê venêrîna edlî her 11 kes berdan.