Nûçegîhanê me Başar hat berdan 2017-04-19 19:39:17 ENQERE - Nûçegîhanê me Nametullah Başar û 10 kesên li gel wî yên hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin, hatin berdan. Nûçegîhanê me Nametullah Başar ê rojek beriya referandûmê rojekê di dema şopandina nûçeyan de hat binçavkirin, piştî karên îfadedayîna li dozgeriyê hat berdan. Başar û 10 kesên din ên li dor Bahçelîevlera Eskîşehîrê hatin derbkirin û paşê hatin binçavkirin, sewqî dozgeriya nobedar hatin kirin. Tevî nûçegîhanê me 11 kesên ku bi hinceta "binpêkirina OHAL'ê" hatin binçavkirin, piştî îfadedayîna li dozgeriyê hatin berdan. Nûçegîhanê me Başar ê dema hat binçavkirin û ji ber derbkirinê pozê wî şikiya, rapora "poz çilhitiye"ji bo wî hatibû dayîn.