Ji bo qereqolan ava bikin gef li welatiyan dixwin 2016-11-30 10:52:39 ŞIRNEX - Li Şirnexê welatiyên ku vedigerin bajar an rastî avahiyên xwe yên hatine hilweşandin tên an jî rastî gefên polîsan ên, "Hewce nake hûn bikevin xaniyên xwe em ê xaniyê we hilweşînin û li cihê xaniyê we qereqol ava bikin" tên. Piştî qedexeya li bajarê Şirnexê rabû bi hezaran welatî vegeriyan bajarên xwe. Lê dema gel vegeriyan bajarê xwe, ji bilî molozan tiştek nedîtin. Pir kêm xanî mane. Xaniyên saxlem mane jî di lîsteya hilweşandinê de ne. Walîtiya Şirnexê aşkera kir ku dê li cihe 2 hezar û 44 xaniyên ku hatine hilweşandin 10 hezar qonûta çêbikin. Welatiyên bajar bertek nîşanî biryarê didin û naxwazin qonût bên avakirin. 'EM Ê XANIYÊ WE HILWEŞÎNIN Û LI CIHÊ XANIYAN QEREQOLAN AVA BIKIN' Welatiyekê ku nexwest navê xwe aşkera bike û li taxa Dîcleyê dirûne diyar kir ku tu biryara fermî ya ji bo xaniyê wan bê hilweşandin tuneye lê polîsan gef li wî xariye û wiha got: "Dema em hatin mala xwe û me dest bi paqijiya mala xwe kir polîs hatin mala me. Ji me re gotin ‘xwe newestînin, em ê xaniyê we hilweşînin û em ê qereqolê ava bikin.’ Hefteyek berê jî dîsa polîs hatin nêzî mala me kefş kirin û gotin ‘li jor zeviyek şaredariyê heye. Piştî em xaniyên van deveran hilweşînin em ê qereqolek mezin ava bikin’.” 'ME BIKUJIN JÎ NIKARIN ME JI WELAT KOÇBER BIKIN' Welatî anî ziman ku şêniyên taxê gotine, 'Me axa xwe neterikand em ê mala xwe jî naterikînin' û wiha pêde çû: “Polîsan jî ji welatiyan re gotin; 'ger hûn dernekevin em ê tevî amûrên we xaniyên we bişewîtînin’ Armanca wan ew e ku hemû avahiyan hilweşînin û gelê Şirnexê koçber bikin. Armanca wan ya herî mezin Şirnex vala kirine. Dixwazin me koçberî metropolên Tirkiyeyê bikin û me muhtacî wan bikin. Lê me bikujin jî nikarin me ji welatê me koçber bikin. Her wiha dixwazin bîranînên me winda bikin. Me bê dîrok û bîranîn bihêlin.” 'EM TU CARÎ WARÊ XWE NATERIKÎNIN' Her wiha welatî anî ziman ku xaniyê wan di dema qedexeyê de wekî biryargeha sekvanan hatiye bikaranîn û wiha axivî: “Dema em vegeriyan mala xwe, em bi dîmenên cûda re rû bi rû re man. Mala me cihekî stratejîk e. Ji mala me hemû bajar tê dîtin. Dema em hatin malê me tu amûrên xwe nedîtin. Hemû tişt şikandibûn. Gelek tişt jî dizîbûn. Ligel van hovitiyên wan nifûsa taxê kêm nebû, nifûs her ku diçe zêde dibe. Bila baş bizanin ku em tu carî warê xwe naterikînin.”