Li perwerdekarên dijberî şer lêpirsîn vekirin 2017-04-20 09:13:15 ÊLIH - Wezareta Perwerdehiyê li 946 endamên Egîtîm-Sen'ê yên Êlihê ku beşdarî daxuyaniya dijberî şer bûn lêpirsîna îdarî vekir. Di 29'ê Kanûna 2016'an de KESK, TMMOB, TTB û Egîtîm-Sen'ê li Êlihê bi mebesta bertekdayîna li dijî şer daxuyanî dan. Der barê 946 kedkarên perwerdehiyê yên ku beşdarî vê daxuyaniyê bûn, lêpirsîna îdarî hat vekirin û ji bo wan cezayê "Rawestandina qedemeyê" û "Ji 30 paran yek jê, qutkirina mehaneyê" hat xwestin. Di çarçoveya îdiaya "Beşdarbûna daxuyaniyên bi naveroka xwe siyasî" ya ku bi fermana Wezareta Perwerdehiya Netewî ji Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî ya Bajêr re hat şandin, lêpirsîn hat destpêkirin. Di nav kesên ku der barê wan de lêpisîn hatiye vekirin de perwerdekarên bi KHK'yan hatine îxrackirin û endam û rêveberên Egîtîm-Sen'ê yên ji peywirê hatibûn dûrxistin, lê paşê îadeyî peywirê hatibûn kirin cih digirin. ÎTIRAZÎ BIRYARÊ HAT KIRIN Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Êlihê Necati Dadak, anî ziman ku wan wek kedkarên perwerdehiyê îtirazî vê biryarê kiriye û got, fealiyetên sendîkayî wek sûc nayên hesibdanin û cezayekî wisa jî nayê dayîn. Dadak, diyar kir ku heke ceza bê dayîn ew ê îtirazî Dadgeha Îdarî ya Êlihê bidin û got, her wiha wan daxwaznameya îtirazê ji Gerînendetiya Perwerdehiya Netewî ya Bajêr re jî şandiye. Dadak, dest nîşan kir ku mafên ku di çarçoveyeke huqûqî de tên dayîn ji aliyê hin kesan ve nayên xespkirin û got, ew ê şopdarê vê pêvajoyê bin.