65 cenaze li benda testa DNA'yê ne 2017-04-20 09:13:50 AMED - Li saziyên tiba edlî, 39 cenazeyên aîdî HPG'yiyên ku di operasyonên 2 mehên dawî yên li herêmê de jiyana xwe ji dest dan, li benda encamên DNA'yê ne. 26 cenaze jî li goristanên bêkesan hatin definkirin. Li herêmê, di 2 mehên dawî de li Bedlîs, Çewlîg, Amed û Mêrdînê "qedexeyên derketina derve" hatin îlankirin. Piştî îlankirina van qedexeyan, li herêmê operasyon hatin lidarxistin. Cenazeyên HPG'yiyên ku di van operasyonan de jiyana xwe ji dest dan, nadin malbatên wan. 39 cenazeyên aîdî HPG'yiyên ku di van operasyonan de jiyana xwe ji dest dan, li morgên nexweşxaneyan tên rawestandin û her wiha 26 cenaze jî bêyî ku li benda encamên testên DNA'yê bê sekinandin, li goristanên bêkesan hatin definkirin. Li Licêya Amedê, piştî ku "qedexeya derketina derve" hat îlankirin, di êrîşa hewayî ya balafirên şerî de 14 HPG'yî jiyana xwe ji dest dabûn û bêyî ku encama testa DNA'yê diyar bibe, ji van cenazeyan 4 jê li goristana bêkesan hatin definkirin. Ji bo cenazeyên li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê tên rawestandin jî, 10 malbatan ji bo testa DNA'yê nimûneyên xwînê dane. Her çi qas hin malbatan cenazeyên xwe teşhîs kiribin jî, dozgerî bi hinceta ku hîn encamên testên DNA'yê diyar nebûne cenazeyan radestî malbatan anke. Her wiha berê jî, 15 cenazeyên aîdî HPG'yiyên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, li goristanên bêkesan hatibûn definkirin. Dîsa, li cenazyên 10 HPG'yiyên ku di pevçûnên li Dersim û Çewlîgê de jiyana xwe ji dest dabûn jî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê tên rawestandin. Li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê jî cenazeyek heye. Cenazeyên 15 HPG'yiyên ku li bejahiya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dan jî, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Her wiha cenazeyên 7 HPG'yiyên ku jiyana xwe ji dest dan jî li Wanê li gorên bêkesan hatin definkirin. Cenazeyên 3 HPG'yiyên ku di operasyonên li bejahiya Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dan jî, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tên rawestandin.