Gundên Geverê qedexe ya zozanan nasnakin 2017-04-20 10:30:31 COLEMÊRG - Gundiyên navçeya Geverê ku zozanên wan hatiye qedexekirin bertek nîşanî xedexeyê dan û anîn ziman ku ew qedexeya wan nasnakin. Gundiyan, anîn ziman ku mafê sewalan jî tê binpêkirin. Li navçeya Gevera Colemêrgê bi hatina biharê re operasyon û şer zêde dibe. Li zozanên herêmê tên qedexekirin. Gundiyên ku zozan li wan û sewalên wan hatin qedexekirin, diyar kirin ku ew vê qedexeyê nas nakin. Welatiyê Gundê Qadiyan Abdûlkerîm Aydogan, diyar kir ku ew bi hatina biharê xwe ji bo zozanan amadekirine lê qedexeya zozanan derketine pêşiya wan û wiha got: "Sala par jî qedexe îlankirin lê wê demê me mirinê da ber çavan em çûn zozanên xwe. Debara me li ser sewalan û zozanan e. Ger ku sewal tune be em nikarin debara xwe bikin. Aboriya me sewal in." Aydogan diyar kir ku dema wan ji bo qedexeyê bi rêveberên dewletê re axivîne bi bersiva, 'Sewalên xwe bifiroşin!' re rû bi rû mane û wiha berdewam kir: "Em ne sewalên xwe difiroşin ne jî dev ji zozanên xwe ber didin." BILA WERIN QEDEXE YÊ JI SEWALAN RE BIVÊJIN Gundiyên bi navê Yûnûs Şahîn jî diyar kir ku sewalên wan 6 mehan di goman de dimînin 6 mehan li benda biharên e û wiha pêde çû: "Devlet ji me re divê je 'Hûn nikarin derkevin zozana' hem jiyana me hem jî jiyana sewalan zozan in.Yên qedexeyê îlankirine bila werin qedexeya zozanan ji sewalên me re bivêjin." Şahîn anî ziman ku hinceta qedexeya zozanan wek 'Operasyon' da ne nîşandin lê ew ne operasyon ne jî qedexe nasnekin û wiha axivî: "Debara dehan gundan li ser van zozanan e. Di sala ku derbasbû dema ku em diçû zozanan em û sewalên me dibûn hedefa topan. Mirin jî hebe em dev ji zozanên xwe bernadin.Ji xwe em neçin zozanan ji bo me mirine. Zozanên me jiyana me ye." PIŞTÎ ZIVISTANEK HIŞK ZOZAN JI BO ME CÎHÊ BÎHN SITENDINÊ YE Mehmet Ozturk got ku zozanên wan li pişt gundê wan e lê hêzên dewletê nahêlin barazên xwe bivin wêde rê jî û wiha berdewam kir: "Ev kêşe dive bi demil dest bê çareserkirin. Pêşî ji nedihiştin em herin zozanên xwe niha jî nahêlin em ji gundê xwe derkevin. Sewalên ku bi mehan e di hindir de mane ne ka ne jî giya têrî wan dike. Wiha berdewam bike wê sewalên me di hindir de bimirin. Zozan ne ji bo sewalan, ji bo me jî cîhê bîhn sitendinê ye. Piştî zivistana ku hişk derbas dibe em dixwzin herin zozanan bîhna xwe bistînin.