Her serê sibê li haman qadê li benda karin 2017-04-20 12:40:24 WAN - Şivanên ku betal in, ji bo kar peyda bikin, her seresê sibê bi heviya kar li ber Mizgefta Hazreti Osman kom dibin. Şivanên her roj bi heviya kar ji mal derdikevin bê hêvî vedigerin mal. Li Wanê Qada Mizgefta Hazretî Osman wekî qada şivanan tê zanîn. Li Wanê şivanên betal, ji bo kar bi dest bixin, bi hatina buharê û derketina zozanan re, her serê sibê tên ber Mizgefta Hazretî Osman kom dibin û li bendê ne ku kar ji wan re derkeve. Şivanên ku her serê sibê tên kom dibin, bi heviya kar bi dest bixin heta êvarî radiwestin. Welatî hin caran bi hefteyan hin caran bi mehan li heviyê ne ku kar bi dest bixin. Gelek şivan bêyî kar bi dest bixin vala vedigerin malê. Şivan Nejdet Aslan (36), diyar kir ku 10 salin her sal tê vê qadê û anî ziman ku piştî gundê wan hat şewitandin betal ma û wiha got: "Ez li gund şivan bûm. Ji bo ku ez dîsa şivantiyê bikim ez her serê sibê têm vê qada bazara şivanan. Lê her êvar ez vala vedigerim malê. Em dixwazim zozanên me serbest berdin û em biçin gundê xwe karê xwe bikin. Abdurrahman Ayan (43) jî anî ziman ku 22 salin şivantiyê dike, lê îsal her roj tê vê qadê û vala vedigere. Ayan, da zanîn ku îsal ji ber zozan qedexe ne karê şivaniyê jî tune ye. Şivan Reşit Sada (49) jî anî ziman ku her roj tê li vê qadê radiweste û hin carna heta 300 şivan kom dibin. Lê ji ber ku kar tune vala vedigerin mala xwe. Sada, anî ziman ku di salên 1990'an de gundê wan hat şewitandin û ji ber vê yekê li bajar vala û betal in.