Walî Şirnex li şirnexiyan qedexe kir 2017-04-20 13:15:38 ŞIRNEX - Waliyê Şirnexê, li Şirnex û navçeyên wê bi sedan herêm li welatiyan qedexe kir. Waliyê Şirnexê, tevahiya heremên şirnexê li welatiyan qedexe kir. Walî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li Şirnexê û tevahiya navçeyên wê herêmên ku zozanên Cudî, Gabar, Heftanîn, Kato û Bestayê jî heyî qedexe kiriye. Walitiyê bi awayekî nivîskî biryara qedexeyê ji keyayên gund re ragihand. Qedexe heta kengî bidome ne diyar e. Bi îlankirina qedexeyê, bi taybetî herêma Bestayê bi balafirên şer hat bombebarankirin. Li herêma Besteyê tevgera helîkopteran bê navber didome. Leşkerên Qereqola Çelê Nimêja herêmê topbaran dike.