Şaxên MAZLUMDER'ê yên hatin girtin dê bi înîsiyatiffa HEQ berdewam bike 2017-04-20 14:24:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên MAZLUMDER'ê ku ji aliyê Lijneya Giştî ve hatin tasfiyekirin, diyar kirin ku dê ji niha û şûnde bi Înîsiyatifa HEQ ve têkoşîna xwe berdewam bikin. Şaxên MAZLUMDER'ê yên ji aliyê Lijneya Giştî ve hatin girtin, diyar kirin ku dê ji niha û şûnte têkoşina xwe bi navê “înîsiyatifa HEQ (HAK İnisiyatifi)” berdewam bikin. Lijneya Giştî a Rewşa Awarte di 19'ê Adara 2017’an de Şaxên Riha û Amedê jî di navde 16 şaxên MAZLUMDER'ê girtî bûn. Şaxên hatin girtin, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku şaxên wan bi awayekî li dijî hiqûqê hatine girtin. Şaxên hatin girtin, diyar kirin ku têkiliyên xwe bi MAZLUMDER'ê re qut kirin û dê ji niha û şûnde bi navê "HAK İnisiyatifî (Înîsiyatifa HEQ)" berdewam bikin. Rêveberên ku şaxên wan hatin girtin, diyar kirin ku ev girtin operasyona li dijî wan e û wiha got: “Em dest bi xebatên Tevgera Mafên Gelan a Nû dikin. Pêvajoya hiqûqê çawa bi encam dibe bila bibe, ji îro û şûnde em rêya xwe û MAZLUMDER'ê ji hev diqetînin. Em wek kedkarên MAZLUMDER'ê heta îro me di bin baneyê MAZLUMDER'ê de xebatên xwe meşandin. Ji niha û şûnde em wekî Înîsiyatifa HEQ dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Hevparên Înîsiyatifa HEQ ji van şaxan pêk tê: 1. Navenda Giştî ya MAZLUMDER'Ê 2. Şaxa MAZLUMDER'Ê ya Enqereyê 3. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Êlihê (komek endam) 4. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Bedlisê 5. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Bûrsayê, 6. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Amedê, 7. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Dîlokê, 8. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Colemêrgê, 9. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Îzmirê, 10. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Kocaelî 11.Şaxa MAZLUMDER'ê ya Mêrsînê, 12. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Mûşê, 13. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Sakaryayê (komek endam) 14. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Şirnexê 15. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Rihayê ye 16. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Wanê 17. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Enqereyê 18. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Stenbolê 19. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Semsûrê 20. Şaxa MAZLUMDER'ê ya Mêrdînê Komek endam.