Dermankirina girtiyê nexweş Gulmez tê astengkirin 2017-04-20 15:32:34 MANÎSA - Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê navçeya Turgutlu ya Manisayê Mehmet Gulmez ê nexweşê prostatê nayê dermankirin. Xizmê Gulmez Cuma Boran, diyar kir ku divê demek berî demekê Gulmez serbest bê berdan. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê navçeya Turgutlu ya Manîsayê Mehmet Gulmez, di 28'ê Sibatê de hat binçavkirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê hat girtin. Mehmet Gulmez ku divê bê tedawîkirin tê asteng kirin. Gulmez ji ber dermankirina wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin zor û zahmetiyan dijî. Xizmê Mehmet Gulmez Cuma Boran, anî ziman ku rewşa Gulmez her ku diçe xeter dibe. Boran, anî ziman ku Gulmez ê emeliyata Prostatê derbas kiriye di nava şert û mercên giran de tê girtin û divê bê dermankirin. Boran, bilêv kir ku enfeksyon girtiye û di nava êş û janên giran de dijî. Boran, da zanîn ku tevî ku raporên Gulmez pêşkeşî heyeta dadgehe kirine jî ev rewş li ber çavan nehatiye girtin. Boran, da zanîn ku ew ji jiyana Gulmez xeter e.