Parêzerên navneteweyî piştgirî dan parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê 2017-04-20 15:54:53 STENBOL - Nobeta piştevaniyê ya ji bo parêzerê Rojnameya Cumhuriyetê Akin Atalay, Bulent Utku û Mustafa Kemal Gungor ku girtî tên darizandin, li ber Edliyeya Stenbolê berdewam kir. Ji bo Nobeta Edliyê ji îtalya, Almanya Fransa, Hollanda û Îngiltereyê parêzer amade bûn. Piştevaniya Nobeta Edaletê ya ji bo parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê li ber Edliya Stenbolê berdewam kir. Ji bo parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê Murat Sabuncu, Serokê Lijneya Îcrayê Akin Atalay, Rêveberê kertafa pirtûkan Turhan Gunay, şewirmendê weşanê Kadrî Gursel, nûnerê xwendekaran Guray Oz, Musa Kart, nivîskarê Rojnameyê Hakan Kara, parêzerê Rojnameyê Bulent Utku û Mustafa Kemal Gungor, nûçegîhanê Rojnameyê Ahmet Şik û rêveberê Kovarê Onder Çelik li ber edliyê nobeta edaletê girtin. Parêzeran vê hefteyê li ber deriyê C nobet girt. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û Barbaros Şansal beşdarî nobetê bûn. Piştî nobetê Kemal Aytaç, diyar kir ku lêgerina wan a edaletê dê berdewam bike. Aytaç, anî ziman ku dê parastina Stenbolê nîşanî her kesî bide ku çawa li edaletê xwedî derdikevin.